DÊRİK – Serokatî komploya 9`ê Cotmehê bi îdolojî û felsefeya xwe ya demokrasîya sosyolojîk daye tune kirin.
Di 9’ê cotmehê de bi derketina serokatî ji Sûriyê di sala 1998’an de komploya Navdewletî dest pê kir, hêzên komploger Amrîkiya, Israyîl, Rûsiya, NATO, DYA’yê bi serkêşiya Tirkiyê komplo pêk anîn. Ev komploya herî mezin a di dîroaka komara Tirk, Kurdistanê û di dîroka PKK’ê de.
Di sedsala 19’emîn û 20’emîn de deme di serdema Osmanîyan de, gelên ku demokrasî û azadî xwestin ên mîna ermenî, aşûrî û kurdan bi komployan û bi sîyaseta xabandinê hatin talankirin.
Serhildanên Kurdan yên weke Koçgirî, Şêxseyîd, Agirî, û Seyîd Riza dîsa bi komployan hatin tunekirin û ruxandin. Dîsa bi komployan Serokên wan dan kuştin û tekoşîna hatibû despêkirin perçqandin. di dîroka komara Tirk de komplo her dem pêk hatine û ev komplo karekterê vê komarê ye.
Komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî di eslê xwe de di sala 1996`an de hîn dema ku Rêber Apo li Sûriyeyê bû hatibu despêkirin. Dijmin dixwest bi teqînekê Serokatî ji hole rabike û hemu riyan li pêşîya gelê Kurd bigre. Ji bo valaderxistina vê komployê û şikandina hêza dijmin, heval Zîlan di 30’ê Hezîrana 96’an de li Dersimê xwe di nav dilê dijmin de teqand.
Sedemên Pêkanîna Komployê!
Di salên 85 û 86’an de bi belavbûna bloka sosyalît re ku Sovyetê jî di nav de cih digirt, hêza serdestan Kapîtalîzim. Kapîtalîzma ku wekî hêza yekemîn a cîhanê, ya ku Sosyalîzm û Demokrasî da tunekirin û xwest cîhaneke yek tîp ya Kapîtalîzmê ku DYA’yê jî re serkêşiyê dike ava bikin. Lê li Rojhilata Navîn avabuna PKK’ê xeta Serokatî û tekoşîna PKK’ê ya azadîxwaz û Sosyalîzmê, li pêşiya hêzên Kapîtalist dibu asteng.
Rêxistin û tekoşîna PKK’ê ku li ser Felsefe û Îdolojîya Rêber Apo ya xeta Demokrasî û Sosyalîst ava buyî her diçe pêş dikeve. Ji bo tunekirina vê tekoşînê NATO û Giladyo ketin dewrê. Heya salên notî tekoşîna PKK’ê mezin bû û li Kurdîstanê belav dibe, dewleta Tirk ya dagirker bi piştgirîya NATO, Giladyoyê li dijî PKK’ê şerên tunekirinê dan destpêkirin. Ev dewlet di heman demê de di nava lêgerînên komployan de bû jî. Lê şoreş hîn xurtir bû, vê carê serî li rêbazên hîn cudatir dan û berê xwe dan Serokatî.
DYA’ê ji bo cîhana xwe ya Kapîtalist di rojhilata navin de ava bike hêza ku ji bo xwe asteng didît PKK’ê bû. Ji bo vê jî bi mutefîkê xwe Tirkiyê re lî Almanyayê PKK xistin lîsteya terorê. Heya salên 98’an PKK’ê di warê siyasî, Leşkerî û Îdolojîk de li her çar parçê Kurdistanê belav dibe û bi bandora dibe. Di vê demê de ABD’ê mudaxleyî Rojhilata Navîn dike, Turkye jî dikeve nava hewldanan bi dewletên din û Ewrupayê re.Tirkîye, Îsraîl, NATO, ABD’ê û hevkarên xwe komploya navdewletî li hemberî Serokatî didin despêkirin.
Dîl ketina Rêbertî û têkoşîna gelê Kurd!
Di 15`ê Sibata 1999`an de Serokatî li Yewnanistanê hat girtin û birin Tirkiyeyê. Bi bihîstina vê re gelê Kurd weke topeke agir teqiya li Kurdistan, Tirkiyê û Eurwpa yê. Bi milyonan Kurd rabun ser piyan, li Rojhilatê Kurdistanê cara yekemîn gel bi girseyî rabû ser piyan. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkye bi hezaran maşîn, dukan, market û banka hatin şewitandin, gel û Ciwan narawestiyan. Wisa bû ku êdî tu kes nikaribû ji malên xwe derbikevin. Bi dehan kes ji bo Serokatî agir bi canê xwe xistin. Komplogeran wisa hesab kiribun ku wê Rêbertî bigirin û PKK’ê di şeş mehan de tune bikin. Lê hesabê barxwedana gelê Kurd nekirbûn.
Rêbertî bi pirojeyên xwe yên nû xeta xwe ya Îdolojîk û Felsefeya xwe ji nu de da avakirin û pêvejoyeke Aşîtî û Demokrasiyê da pêşxitin û rêvebirin. Rêbertî bi paradigmayeke nû, fikrên nû rêyek çareseriyê pêş xist. Rêbertî bi lêgerîna xwe ya nû rêxistinek nû, partîbunek nû û jiyanek nû da avakirin ji bo gelê Kurd.
Komplo çawa hat tunekirin!
Têkbirina vê komployê bi hewldana Rêbertî ya di nava çar dîwaran de pêşxistina Îdolojî û Felsefeya nû û li hemberî sîstema Kapîtalîst numuneyên Sosyalîzmê derdixe holê. Helwesta Rêbertî ya di nava girtîgehê de bû serkeftina hebuûna gelê Kurd di cîhanê de, tunekirina hemu komplogerên Kapîtalîst û dijminên damokrasîyê, komplo, xefik û pilanên wan puç û vale derxist.
Têkildarî komployê Jinên Ciwan yê Bajarê Derikê wiha dibêjin;
Jina Ciwan a bi navê Hîma Hacî wiha dibêje: “Em ê komploya navdewletî li ser Rêberê xwe tu carî qebul nakin ev komplo li dijî gelê kurd pêk hat û bi taybetî li dijî jinê bû. Ji ber ku Serokatî azadiya jinê dixwest. Ji bo vê yekê jî em wek Jinên Ciwan bi fikr û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dagirkeriyê têk bibin.
Bi Felsefeya Serokatî Rojava bi ser ket
Herî dawî Jina Ciwan ya bi navê Barîn Hemo jî wiha got: “Em vê komployê şemezar dikin, ev 21’e sal e serokatî di zindanê de ye, Lê belê bi fikr û felsefa Serokatî xwe bi mere jiyan dike. Bi felsefa Serokatî çawa Rojava bi serket wê her çar parçên Kudistanê jî wisa bi serkevin. Di vê komployê de dijmin hemu bun yek li hember Serokatî heya ku dan giritin, gotinek ya pêşîyên me heye ku dibêje ger dijminê te bibe dîwar jî, pişta xwe nedîyê wê rojekê ew dîwar hilweşê. Heya ku em bi fikr û felsefeya Serokatî tekoşîndikin, em ê dewleta Tirk ya dagirker têk bibin.
NC / NUDA ELEFTİRYA