MEXMÛR – 3’emîn Kongreya Tevgerên Jinên Ciwan ên Mexmûrê a bi şîara “Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya” bi dawî bû.
Li Salona Konferansê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî 3’yemîn Kongreya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê bi şîara “Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya” bi beşdarbûna 400 delegeyan destpê kiribû, duh êvarî bi dawî bû.
Salon bi alên PKK, KCK, KJK, YJA Star, posterên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan, Sakîne Cansiz û şehîdan hatibû xemilandin.
Kongre piştî nîvro bi xwendina raporên dû salan, pêşnûme biryar û hilbijartina meclîsa nû ya ji 23 kesan dewamkir. Endamên meclisa nû sond xwarin. Piştî sondxwarinê hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan axaftina dawiya kongreyê kir.
Arzû Îlhan Kongreya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr despêkê li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê, tevayî delege û ciwanan pîroz kir û wiha domand: “Hêvîdarim ku ev kongreya Jinên bibe hejandinek ji bo carek din wek jinên ciwan li Mexmûr, wek jinên ciwan di civaka Kurd de, wek jinên ciwan rolê pêşengiyê dem hejandinekî jiyan bikin ku em li xwe vegerin.”
Îlhan herî dawî got: “Kongreya 3’emîn ya jinên ciwanên Mexmûr ji bo me bibe hejandinek ya rexnedayînê, ji bo me bibe hêviyek ya derbaskirina kêm û kurtiyên me yên di jiyana civakî de.”
Piştî axafinê, dirûşmên “Bijî serok Apo, Jin jiyan azadî’ hatin avêtin. Herî dawî kongre bi gerandina govendê dawî bû.