NAVENDA NÛÇEYAN – HRE`yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê û çalakiyên li dijî çeteyên artêşa dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi destpêkirina êrîşên dagirkerên Tirk û çeteyên wan ên li ser herêmên herî bi ewle li Bakur û Bakur Rojhilatê Sûriyê, em weke Hêzên Rizgariya Efrînê radighînin ku em ê asta berxwedana xwe ya li hember terora Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ên li Efrîn û derdora wê bilindtir û berfirehtir bikin. Di vê çarçoveyê de;
hêzên me îro bi çalakiyekî sabotajê komboyîna çeteyên Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê kirin armanc. Lê belê encama çalakiyê ne hat zelal kirin. Her wiha hêzên me bi çalakiyekî êrîş birin li ser çeperekî çeteyên Tirkiyê li derdora bajarê Efrînê, di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Em dûbare radighînin ku wê berxwedana me di astekî herî jor de li dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wê berdewam bike heta rizgarkirina Efrînê û vegerandina aşîtî û aramiyê li heremê.”