QAMIŞLO – Gelê Qamişlo, di saetên êvarî de piştî artêşa tirk a dagirker li dijî Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona dagirkirinê kir, bi çekên xwe derketin kolanan.
Gelê Qamişlo di saetên êvarî de bi çekên xwe li kolanan li hev kom bûn û bi meşa girseyî operasyona dagirkirinê şermezar kirin. Bertek û nerazîbûnên gelê Qamişlo li kolanan didome.