BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya sê gerîlayên ku Îlon û Cotmehê li Sêrt û Şirnexê şehîd bûbûn eşkere kir. Li gorî daxuyaniya ku HPG’ê dayî ji gerîlayan yek jê li Sêrtê û du jê li Şirnexê di şer de şehîd bû.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
”Di daxuyaniya xwe de ya 2’yê Cotmehê me bi raya giştî re par ve kiribû 28’ê Îlonê dema ku artêşa TC’ê ya dagirker li navçeya Baykanê ya Sêrtê li qada Qelanisê dema ku operasyon kirî hevalekî me şehîd bûye. Agahiya nasnameyê ya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Berhem Garzan
Nav û paşnav: Osman Ekîncî
Cihê jiydakbûnê: Batman
Navê dayikê: Firyaz
Navê bav: Selahattîn
Cih û dîroka şehîdbûnê: 28 Îlon 2019 / Sêrt
Di daxuyaniya xwe de ya 3’yê Cotmehê me bi raya giştî re par ve kiribû 1’ê Cotmehê di navbeyna artêşa TC’ê ya dagirker û hêzên me de li qada Gundikremo a herêma Cûdî ya Şirnexê şer derketiye û 2 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:
Nasnav: Armanc Masiro
Nav Paşnav: Rahmî Çîmen
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Fatım
Navê bav: Mehmet Şurku
Cih û dîroka şehîdbûnê: 1 Cotmeh 2019 / Cudî
*****
Nasnav: Serhat Cudî
Nav û paşnav: Mehmet Emîn Buga
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Ahmet
Cih û dîroka şehîdbûnê: 1 Cotmeh 2019 / Cûdi
Hevrêyên me Berhem, Armanc û Serhat ji Êlih û Şirnexê ji bo azadiya gelê Kurd di demên cuda de tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurd bûne. Hevrêyên me yên ku ti carî li dijî dijmin serê xwe netewandine, bi her tiştî bûne şervanên azadiyê. Hevrêyên me ku bi kedkarî, pratîk û gerîlatiya xwe bûne profesyonel, li dijî şerê qirkirinê ku dijmin li ser gelê me dikir li eniya pêş têkoşiyane. Hevrêyên me ku li ser xeta milîtaniya fedayî ya Rêber Apo têkoşîna azadiyê didan, li nirxên gelê Kurd xwedî derketine û heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevanî li vê kirine. Hevrêyên me ku her yek ji wan bîrdariya lehengiyê ne li dijî êrîşên dagirker ên dewleta TC’ê ya faşîst bi fedayî şerk irine û tevlî nav karwanên nemiran bûne.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Berhem, Armanc û Serhat ku derbên giran li dijimn dane û şehîd bûne, serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be, em sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên me jiyana azad ava bikin têbikoşin.”