ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Ereb ên Şengalê 21’emîn salvegera 9’ê cotmehê û hewldanên dewleta dagirker a Tirk ên dagirkirina axa Rojava û Bakûr Rojhilatê Suriyeyê bi tundî şermezar kirin û bang li tevahiya ciwanên Iraqê kir ku li ser fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin.
Yekîtiya Ciwanên Ereb ên Şengalê bi armanca şermezarkirina 21’emîn salvegera komploya navnetewî ku sala 1998’an li dijî Reberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de têkildarî komplo û helwesta ciwanên Ereb ên Şengalê wiha hat gotin: “Em wek ciwanên Ereb ên herêma Şengalê roja 9’ê Cotmehê wek rojeke reş li dijî hemû mirovahiyê dibînin. Ji ber ku di vê rojê de bi kompiloyekê navdewletî Rêberê Gelan Birêz Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û komplo li ser dan meşandin. Ev pilan ne tenê li ser Birêz Ocalan bû, li ser fikira azad, tevahiya azadîxwazan û Rojhilata navîn bû. Bi girtina Birêz Ocalan xwestin gelên Rojhilata Navîn bixin bindestê xwe û rê li ber azadî û demokrasiyê bigirin.”
Em bang li tevahiya ciwanên Iraqê dikin ku fikirên Birêz Abdullah Ocalan ji xwere esas bigirin û li ser wê fikrê xwe rêxistin bikin. Wek ciwanên Iraqê ji bo azadiya xwe, her wiha li dijî plan û şerê taybet ê ku dewleta Tirk ve li ser me dimeşîne, emê fikir û felsefeiya Birêz Ocalan ji xwe re esas bigirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dide meşandin hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Di van salên derbasbîyî de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gel xwe birêxistin kir û bê cudahî gelên herêmê bi fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan sîstemek demokratîk ava kir. Ji bo azadiya gelên Kurd, Eereb, Suryan, Aşûr û Êzidiyan bi hezaran şehîd dan. Em jî wek Ciwanên Ereb yên Şengalê ji gelê Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê re dibêjin ‘em bi we re ne’. Em ê jî li ser gotina Birêz Ocalan a wekî, “me bi ciwantî destpê kir emê bi ciwantî ser bikevin’ bimeşin û biser bikevin.”