SILEMANÎ – Peşmergeyên Dêrîn yên Silemanî helwesta xwe li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst nîşan dan û gotin ew li benda fermana Yekîtiya Nistimanî Kurdistanê ne ji bo ku biçin piştgiriya Rojava bikin.
Li dijî êrîsên dagirker ên li ser Rojava, Bakurê û Rojhilatê Surîyê peşmergeyên Dêrîn yên Başûrê Kurdistanê gotin ew amade ne ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd û ew ê bêdeng namînin. Peşmergeyên Dêrîn bibîr xistin ku ew li benda fermana partiya xwe Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê ne.
Hewkar Ebdullah fermandarê Peşmergeyên Dêrîn ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em li hemberî ev êrîşên tên kirin ti car bêdeng namînin. Em ê ji bo parastina axa xwe berê xwe bidin çeperên şer. Em ê di demeke herî nêz de berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
NC/BAHOZ CÛDÎ