19:32
Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Mela Ebas, Til Xatû û Dêra Qulinga yên Tirbêspiyê bi dijwarî bomberdûman dike. Hêzên QSD’ê jî bersiv didin.
19:30
Artêşa Tirk a dagirker derdorî girtîgeha Cerkîn û Navxure bombe barand. Çeteyên li her du girtîgehan piştî bomberdûmana Tirk hewl dan birevin. Hate ragihandin ku ji girtîgeha Navxure 5 DAÎŞ’î reviyan.
19:29
Artêşa Tirk a dagirker gundên Mela Ebas, Til Xatûn û Dêrna Qulinga ya Tirbespiyê bomberdûman dike. Hêzên QSD’ê bersivê dide êrîşan.
19:01
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li gundê Himo dide yê ku li rojavayê Qamişloyê ye.
19:00
Şervanên QSD yek ji Mezra Miçê û dudu jî li ser rêya Helep û Serêkaniyê 3 çete bi saxî dîl girt.
18:37
Ji ber êrîşên dagirkeran ên bi hawan û obusan li Şêx Îsa ya Şehbayê ev kes birîndar bûn, Zerîfe Hemaco (59), Kewser Hemaco (6) , Cemal Hemaco (4), Zêneb Hemaco (14), Ayşe Hemaco (13) û Mihemed Hemaco (9).
18:25
Piştî Fînlandiya û Norwecê, Hollandayê jî diyar kir ku ew ê êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê.
18:22
Şervanên QSD’ê êrîşên li ser Girkê Legê şikandin. Bomberdûmana dewleta Tirk a li ser Girkê Legê didome. Artêşa Tirk a dagirker hewl dide gundê Banokiyê yê li bakurê Girkê Legê bi dest bixe. Piştî şerekî giran êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê şikest.
17:52
Li Reqa û Tebqayê hewldana êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê hate şikandin. 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
17:51
Artêşa Tirk a dagirker êvarî saet di 18.00’an de li derdora Girtîgeha Navkure da ya ku çeteyên DAÎŞ’ê tê de ne. 5 çeteyên DAÎŞ’ê firar kirin.
17:48
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje Taxa Qidûrbek a Qamişloyê. Gelek kes birîndar bûn.
16:51
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obusan li derdora Girê Spî dide.
16:50
Dewleta Tirk a dagirker li derdora girtîgeha Çîrkînê ya li Qamişloyê dide. Di vê girtîgehê de çeteyên DAÎŞ’ê hene.Li gorî agahiyên ku me wergirtine çete jî hewl didin ji girtîgehê birevin.
16:49
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan li gundê Sînoke yê Tirbespiyê ya Qamişloyê dide.
16:37
Çeteyên DAÎŞ’ê îro saet di 14.00’an de li Qamişloyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin. Di vê êrîşê de kesek şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.
16:25
Li derdora Mezrat Micî ya li rojavayê Serêkaniyê şervanên QSD’ê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk îmha kirin û derb li wesayîteke doçka dan.
16:24
Li rojhilatê Serêkaniyê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk de şerekî giran heye. Li gorî agahiyên pêşîn 14 çete hatine kuştin.
16:11
Balefirên artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedî yê li başûrê Girê Spî da. Di vê êrîşê de sê kesên sivîl şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
16:04
Şervanên QSD’ê li derdora Serêkaniyê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk îmha kir û 5 çete kuşt. Şervanên QSD’ê li çend wesayîtên leşkerî jî dan.
15:53
Artêşa Tirk a dagirker gundên Sermsax, Heyaxa, Girkê Xezna û Derna Axî ya Girkê Legê ya Qamişlo bi topan bomberdûman dike. Ev gund nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne.
15:52
Hêzên dagirker bi çekên giran li herêma Dêrikê didin. Şervanên QSD’ê li gundê Beravê yê li bakurê rojavayê Dêrikê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker îmha kirin.
15:38
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir ên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.
https://www.nuceciwan31.com/ku/2019/10/11/qsde-nasnameya-7-servanen-xwe-yen-sehid-eskere-kir/
15:37
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa ya Şehbayê bomberdûman kir, 6 kes birîndar bûn.
15:25
TEQÎNA LI QAMIŞLOYÊ
15:24
Şervanên QSD’ê li rojhilayê Serêkaniyê di navbera gundikê Meçê û Sanayiyê de doçkayeke 23’yî îmha kirin. Li heman cihî panzêrek jî hate îmhakirin.
15:08
Hêzên gerîla li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî kirin. Di çalakiyên hatin kirin de 11 leşker hatin kuştin, helîkopterke jî hate derbkirin.
https://www.nuceciwan31.com/ku/2019/10/11/lezgin-gerila-derben-giran-li-dagirkeran-da-11-lesker-dagirker-hatin-kustin/
14:58
Artêşa Tirk a dagirker bi hawanan li Rêya Munîr Hebîb a Qamişloyê da. Gelek kes birîndar bûn.
14:57
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li gundê Zihêriyê yê li bakurê rojhilatê Dêrikê dide.
14:57
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk gerîlayan jî çalakiyên xwe zêde kirin. Di çalakiyên gerîlayan de 11 leşkerên Tirk hatin kuştin û derb li helîkopterekê hate xistin.
14:55
Şervanên QSD’ê li gundê Um El Xêr ê navçeya Sefîhê ya li bakurê Serêkaniyê êrîşên dagirkeran şikandin. Piştî şikandina êrîşan dagirker ji gundê derketin. Gund di bin kontrola QSD’ê de ye.
14:33
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, fermandarek ji îstixbarata Parastina Hewayî ya rejîmê duh bi rêveberên Îran û Sûriyeyê re civiyane. Civîn li Hec Elî El Cifrî a Dêra Zorê pêk hatiye. 70’ê leşkerên rejîm û Îranê tevlî civînê bûne. Çavkaniyê anî ziman ku hêzên perexwer ên girêdayî rejîmê li Dîfa El Watanî ya Dêrazorê amadekariyê êrîşê dikin. Çavkaniyê anî ziman ku dîroka êrîşê nediyare.
14:33
Ji ber şerê dijwar ên li ser sînor boluka leşkerî ya li taxa Şenyûrt a Qoserê hate valakirin.
14:20
HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT: Li Rojava berxwedanekî dîrokî tê kirin. Di vê dîrokê de gelê me û QSD, YPS li dijî artêşa Tirk a faşîst a qirker û DAÎŞ, El Qaîde berxwedaneke dîrokî ya bê emsal dike. Bi qehremanî û rûmet tê kirin.
14:18
Hozat: Rojava wê ji bo dewleta Tirk a qirker bibe çirav
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, diyar kir ku li Rojava berxwedaneke kîrokî tê kirin û got: “Divê hemû Kurdistanî bi awayekî herî bi hêz cihê xwe di berxwedanê de bigire. Li her derê dakevin qadan.”
13:54
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li gundê Yabîsê yê Girê Spî derbên giran xwarin, gund bombe dikin. Şerekî giran heye. Dewleta Tirk dixwaze vî gundî dagir bike. Şervanên QSD’ê berxwadaniyeke bêhempa didin û nahêlin ku gavekê jî bi pêş de biçin. Şer didome…
13:37
Li Qamişlo ji ber topbarên dewleta tirk a dagirker sivîlek şehîd ket û 3 sivîl jî birîndar bû. Sivîlê birîndar ji bo dermankirine rakirin nexweşxaneyê herêmê.
13:27
Di çalakiyên HRE’yê de 2 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin.
13:27
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên Efrîn û Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete di 10’ê Cotmeha 2019’an de çalakiyên sabotajê kirin.
13:06
Berdevkê Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY’yê Rubart Colvîle ragihand dewleta Tirk di nav 2 rojan de 2 jê jin û yek jê zarok bi tevahî 7 sivîl qetil kirin. Hewan avêtin Qamişlo. Hewan li Anteriya li meydana Şarkiyê ket. Sivîl birîndar bûn.
12:55
MURAT KARAYILAN BERXWEDANA LI ROJAVA SILAV KIR
– “EM PIŞTEVAN IN, EM Ê LI PIŞTA BERXWEDANA ROJAVA BIN”
– “DIVÊ GELÊ ME BI RIHÊ KOBANÊ Û BI TECRÛBEYÊN EFRÎNÊ LI BER XWE BIDE”
– “DIVÊ GELÊ ME LI CEM ŞERVANÊN XWE BI HÊZA XWE LI BER XWE BIDE”
– “EW Ê ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê DAGIRKERIYA TIRK TÊK BIBIN”
– “EGER ŞERVAN Û GEL MIL BIDIN MILÊ HEV SERKEFTIN MISOGER E”
– “NABE KOBANIYA PÎROZ Û SERÊKANIYA DÎROKÎ BÊ BERDAN”
– “BIRYARA TRUMP HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAIŞ’Ê FERMÎ KIR”
– “JI KUŞTINA HER KURDEKE TRUMP BERPIRSYAR E”
12:53
Fermandarê Biryargeha Navenda Paratina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û berxwedana Rojava silav kir. Karayilan destnîşan kir ku serketin wê ya şervan û gelên Rojava be.
12:26
Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
12:09
Li herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê di şer de dagirkeran û çeteyan derbên giran xwarin. Çeteyên ku derbên giran xwarin û çûn Serêkaniyê ya Rihayê, rêya Nexweşaneyê nedîtin û ji şêniyên navçeyê dema ku rêya nexweşxaneyê dipirsîn gotin ku wan derbên giran xwarine, nêzî 100 ji wan hatine kuştin û neçar mane xwe vekişînin.
11:54
Şervanên QSD’ê bi çekên giran li baregehên leşkerî yên artêşa Tirk dixin ên ku topan diavêjin gundên Sêlim û Boban ên li rojavayê Kobanê û Elî Şar û Bozik ên li rojhilatê Kobanê.
11:51
QSD: Di nava du rojan de 262 dagirker hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên du rojan û bersiva şervanên wan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di nava du rojan de 262 çeteyên dagirker hatin kuştin. Hate ragihandin ku 16 şervanên QSD’ê şehîd bûne. Ji ber êrîşên dagirkeriyê gelek sivîl jî şehîd bûn.
https://www.nuceciwan30.com/ku/2019/10/11/qsd-di-nava-du-rojan-de-262-dagirker-hatin-kustin/
11:25
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên QSD’ê ji ANHA’yê re ragihandin li gundê Yabise yê li rojavayê Girê Spî 40 çeteyên êrîşkar hatin kuştin.
11:24
Li Ranyayê ciwanan dagirkeriya li ser Rojava şermezar kirin û gotin ew amade ne beşdarî berxwedana li Rojava bibin.
11:11
Meclîsa Şaredariya Ardenneyê diyar kir, “Bi navê bajarê Ardenneyê em dagirkirina bakurê Sûriyeyê şermezar dikin ku piraniya şêniyên wê Kurd in.”
Di pêşnûmeyê de hate gotin, “Çalakiyeke welê ye ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, dişibe nêzîkatiya Hîtler ku Awûstûrya bi ser ve kir û piştre jî Polonya dagir kir ku bi vî rengî Şerê Duyemîn ê Dinyayê dest pê kir. Dîktatorê Tirk jî bi heman rengî tevdigere.”
Di pêşnûmeyê de her wiha hate gotin, “Bajarê me bi sempatî nêzî gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyeyê dibe.”
11:05
Ragihandina YPG/YPJ’ê dimenên ji Berxwedana Şervanên YPG/YPJ weşand. Di dimenan de şervanên YPG/YPJ’ê li dijî qerekola dewleta tirk a dagirker çalakî pêk tinin.
10:59
Li herêma Mihcera ya li rojhilatê Serêkaniyê êrîşên çeteyan hate têkbirin. Gelek çete hatin kuştin û çete cenazeyên xwe kom dikin.
10:59
Beşeke mezin a şêniyên navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ên Rihayê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk malên xwe terikandin.
10:40
Meno: Li Serêkaniyê malek jî neketiye destê dijmin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno got dagirker dixwazin bajêr bikin nav xelekê, gelek windahiyên artêşa Tirk û çeteyan çêbûye. Meno got li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa tê kirin.
10:37
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno diyar kir ku dagirker dixwazin bajêr dorpêç bikin û destnîşan kir, wan derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wan xistine. Meno got, li dijî êrîşan ew bi rengekî bi heybet li ber xwe didin.
10:37
Li Girê Spî ji ber sûîqestê ya artêşa Tirk a dagirker yek jê zarok du sivîl birîndar bûn. Li gorî agahiyan birîndar Îmad Ehmed Xirad (25) û Ehemd Abdullwehab in. Li gundê El Bacilyeyê jî ji ber bomberdûmanê Yasir Elî Selo (30) û Ehmed Abdullwehab birîndar bûn.
10:08
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Metîn ê li rojhilatê Kobanê kirin û ji ber êrîşê sivîlê herêmê Îdan Şêx Ehmed ê 60 salî hate qetilkirin.
10:08
Şervanên QSD’ê li herêma pîşesaziyê ya li rojhilatê Serêkaniyê derbeke giran li çete û artêşa Tirk a dagirker xistin. Di şer de 9 çete hatin kuştin.
09:49
Şervanê enternasyonalîst bangeke wiha kir: “Eger hêzên emperyalîst ji bo rizgarkirina me nikarin ji nava namerdiya xwe rizgar bibin, hingî em bi dostên xwe yên şoreşger piştrast in ku tola me hilînin. Hedefên diyarkirî hene, tine bikin.”
09:49
Şervanekî enternasyonalîst ên di nava YPG’ê de ye diyar kir ku ew li eniya Serêkaniyê ye û bombardûmaneke giran li wan tê kirin.
09:48
Wezîra Karên Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn diyar kir, ku pêkanînên Ewropayê yên li dijî dewleta Tirk li ser maseyê ne û diyar kir, wê vê yekê hefteya bê li Konseya Ewropayê nîqaş bikin.
09:40
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bombeyan li Dêra Suryan a li gundê Til Cîhan a li bakurê rojava yê Tirbespiyê dibarînin.
09:38
Artêşa dagirker gundên Şêrawa topbaran dike. Gundên ku têne topbarankirin ev in: Kilûte, Soxanekê, Aqîbê
09:35
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û obusan êrîşî gundê Eyn Erûs a başûrê bajarê Girê Spî dike. Şervanên QSD’ê bersiv dide êrîşên dagirker.
08:36
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Îgnazîo Cassîs bi gotinên tund êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got, “Tirkiyeyê bi rengekî nedîtî qanûnên navneteweyî binpê kir.”
08:36
Di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên QSD’ê de li rojhilatê Serêkaniyê şerekî giran heye. Kuştî û birîndarên çeteyên Tirk dibin Serêkaniyê. Şervanên QSD’ê bi rengekî mezin li ber xwe didin.
08:16
Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahî ve bombeyan li Girê Spî dibarîne.
07:58
PLANA DAGIRKERAN ÇI YE?
Dagirkerên ku dixwazin Serêkaniyê dorpêç bikin, ji rojhilat û rojava ber bi başûr ve dixwazin bi pêş ve biçin. Di heman demê de li Girê Spî hewl didin li rojhilat û rojava belav bibin û bi vî rengî bajaran bixin. Di gava duyemîn de jî plan dikin ku qada ji 120 kîlometreyî ya navbera Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin.
07:58
ŞER DIDOME
Li rojavayê bajêr (Til Xelef) û li rojhilatê bajêr (Mezrê) şer bi çekên giran didome. Dagirker bi obusan êrîşî bajêr dikin, şervan jî bi çekên giran bersivê didin. Şer bi dijwarî didome.
07:58
ENIYA BAŞÛR
Çeteyan ji bo Serêkaniyê dorpêç bikin ji başûrê bajêr ve hucreyên xwe yên razayî xistin nava liv û tevgerê. Hucreyên çeteyan di nava dorpêçiya şervanên QSD’ê de man. Li ser rêya Serêkaniyê-Hesekê çar çete hatin kuştin û pênc çete jî hatin girtin.
07:57
ENIYA ROJHILAT
Li rojhilatê Serêkaniyê, çeteyên ku ji herêmên Mezrê Miçê û Pîşesaziyê xwestin ber bi başûr ve biçin û rêya Serêkaniyê-Dirbêsiyê qut bikin û bi vî rengî bajêr dorpêç bikin, ji doh bi şev ve derbên giran xwarin. Li herêma pîşesaziyê êrîşên dagirkeran hatin têkbirin, di şer de herî kêm 16 dagirker hatin kuştin.
07:48
Li dijî dagirkerên ku xwestin bajarokê Til Xelef ê li rojavayê bajêr dagir bikin, şervan ji sê baskan ve ketin nava liv û tevgerê û derbên giran li çeteyan xistin. Navenda Til Xelefê di kontrola şervanên QSD’ê de ye. Dagirkeran xwestin ji du baskan, ji Serêkaniyê-Til Xelef û Til Xelef-Til Erqumê bajarok dorpêç bikin. Lê belê hêzên QSD’ê li dijî dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin dest bi operasyonê kirin û çeteyên xwestin dorpêç bikin, ew bi xwe dorpêç kirin. Şer hîn jî didome. Di şer de herî kêm 19 çete hatin kuştin.
07:48
Şerê ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û obusan dike hîn jî didome. Li aliyê din balafirên şer ên Tirk êrîşî xaniyekî li bajarok kir û sivîlekî ku navê xwe nehate hînbûn şehîd bû, sivîlek jî birîndar bû.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên El Qaîdeyê êrîşên xwe giran kir. Li Serêkaniyê doh bi şev derbên giran li dewlet û çeteyên Tirk hatin xistin.