NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyê Tolhildana şehîd Şavaş Amed li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê li Wan rêçalakî pêk anîn.
Bîlançoya rêçalakiyên Yekîneyê Tolhildana şehîd Şavaş Amed wiha ye:
* 9’ê Cotmehê saet 23:00’an de li Wan Edremitê wesayîtek kontrayan a tarzê Amarok ji aliyê Yekîneyên me bu hedef û hate derb kirin. Di vê çalakiyê de birîndarê dijmin çêbûn.
* 8’ê Cotmehê li Wan Îpekyolu kolana Bostaniçi kamerayên veşartî ku dijmin bi îstasyona Bazê xistinbûn hatin şewitandin.
* 6’ê Cotmehê saet 21:00’an de li Wan Tuşba li kolana îstasyonê ku trenek alavên leşkerî bar dikir bu armanca çalakiya me. Bi bombeyên karên destan çalakî li dijî trenê hate kirin, di encamê de tren derb xwar. Piştî vê çalakiyê dijmin ji Akrepên xwe ve gule li derdorê reşandin. Yekîneyên me ev Akrep jî bi bombeyên deng kir hedef, di encamê de derb xwar.