NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, di êvara 10’ê Cotmehê de li gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya Efrînê li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin û 2 çete hatin kuştin.
Li gundê Jarez ê herêma Ezazê jî di 10’ê Cotmehê de li dijî çeteyekî berpirsyarê ‘konseya ewlekariyê’ ya qaşo polîsên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker in çalakiyeke sabotajê hate kirin û di encamê de çete hate kuştin.
Di êvara 10’ê Cotmehê de li derdora gundên Til Medîq û Semûqayê li dijî baregehek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate kirin û di encamê de du leşkerên Tirk hatin kuştin û obusek arteşa Tirk hate îmhakirin.
Li gorî daxuyaniyê di heman demê de li derdora gundê Til Malid ê Mareyê jî li dijî baregehek leşkerî ya dagirkerên artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hate kirin, lê encamên wê nehate tespîtkirin.