QAMIŞLO – Nûçegihanên me ragihand ku topbarana li ser taxên Zeytûniya û gundê Sê Girka yê bajarê Qamişlo dewam dike. Di encamê heta niha sivîlek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên Qamişlo têne dermankirin.
Duh di encama topbarana artêşa dagirker de, li ser bajarê Qamişlo jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş li taxa Qidûrbeg şehîd bû, her wiha 7 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar ev in: Ehmed Abdullah (28) bi dayîka xwe Beşîra re bû, 4 sivîl ji heman taxê birîndar bûn navê Kanîwar Elî û Delîl Elî hate naskirin. Li taxa Hilêliyê jî du bira birîndar bûn, yek ji wan Dilgeş Hacî ye.