QAMIŞLO – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo hate xwendin.
Daxuyanî ji aliyê endama TEV-DEM`ê Gulê Hesen ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Îro dewleta dagirker a Tirkiyê careke din ji bo qirkirina gelê Kurd û dijminantiya gelan bi êrîşên hovane tê ser Rojava û Bakurê Sûriyê. Faşîstê sedsala 21’emîn Erdogan û desthilatdariya wî AKP 8 sal beriya vê ji roja destpêkê heta roja îro bi hewesa dagirkeriyek mezin hertim bi pirsgirêk, şer û nakokiyên navxweyî yên Sûriyê re eleqedar bûye. Hîn di rojên destpêkê de bi azwerî û hewesa dagirkeriyek ku ji ser xwe biçe destnîşan kir ew ê di mizgefta Emewî de nimêj bike. Ji bo vê jî piştgiriya hemû hêzên li dijî gelê Kurd û dewleta Sûriyê kir. Li rêxistina çete û talanker Artêşa Azad xwedî derket û bi rêxistin kir. Di berxwedana Kobanê de ji bo îradeya gelê Kurd a berxwedêr bişikîne bi awayekî eşkere û li pêş çavên hemû dinyayê li DAÎŞ’ê xwedî derket, parast, hewand, rêxistin kir û ev keriyê celadan ajot ser Kurdan. Bi wê baweriya bi çeteyên faşîst bi biryardarî got ku “Kobanê ket, ew ê bikeve”. Ev çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê wexta bi hezaran jinên Êzîdî li bazarên kole difirot, di nava agir de bi qirçeqirç mirov dişewitandin û li ser serê mirovahiyê bûbûn bela faşîstê Erdogan û desthilatdariya wî bi van çeteyan re bazirganî dikir, tedawiya wan li Tirkiyê dikir, ew bi çek dikirin û her cureyên piştgiriyê didan wan. Ew çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê diajot ser Kurdan, gelên Ereb û Xiristiyan di komkujiyan re derbas dikir dîsa faşîst Erdogan bû. Wexta çeteyên DAÎŞ’ê li ser xaka Sûriyê çend salan ku bi sedan kîlometre li sînorên Tirkiyê serwer bûn, faşîstê Erdogan Bakur-Rojhilatê Sûriyê tu caran ji bo xwe weke hêmaneke tehdîtê nedît, berovajî wê têkiliyên cîrantiyek baş bi DAÎŞ’ê re pêşxist.
Bi piştgiriya mezin a mirovahiyê û bi qehremantiya keç û xortên Kurd ku zêdetirî hezaran şehîd û bi bedelên mezin li Kobanê DAÎŞ têk birin dihat wateya ku faşîstê Erdogan ji serdilê xwe derbe xwar. Piştre li Minbîc, Tebqa, Reqa, Dêrazor û herî dawî li Hecîn û Baxozê DAÎŞ derbeyên mezin xwar û têk çû. Di vê berxwedanê de xwîna gelên Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen, Tirkmen bi hev re rijiya û tevî hev bû. Jiyana azad û demokratîk li ser van nirxên pîroz hat avakirin. Têkçûna çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê û ev modela jiyana hevpar û demokratîk a gelan faşîzma AKP’ê dîn û har kir. Ji ber ku faşîzma Erdogan, çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê ji heman çavkaniya îdeolojîk xwedî dibin. Ji ber vê sedemê têkçûna îdeolojîk a DAÎŞ’ê weke têkçûna xwe nirxand. Têkoşîna Kurdan ku bi gelê Ereb û Xiristiyan re li dijî faşîzma DAÎŞ’ê da bêguman ne bi hêsanî bû. Di encama bedel û êşên mezin de ku 11 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndaran faşîzma DAÎŞ’ê têk çû. Gelê Kurd di vê têkoşîna li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ku li ser serê mirovahiyê bûbû bela de bi zanebûna ku ev têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye li ber xwe da û hertim rûmeta vê hîs kir. Nexwe ne tiştekî veşarî ye ku her çeteyekî DAÎŞ’ê li Ewropa, li Amerîka yan jî li herêmek din a cîhanê ew ê rê li ber komkujiyên çawa vekirina tê zanîn. Dijminantiya faşîzma AKP’ê ya ji bo Kurdan jî ji ber ku ji heman çavkaniya îdeolojîk xwedî dibe ye. Lewra faşîzma Erdogan têkçûna îdeolojîk a DAÎŞ’ê weke têkçûna xwe dibîne. Faşîzma Erdogan çawa ku li gorî karakterê Osmanî polîtîkayek xwebelavî û dagirkerî meşandiye heta xwe weke xelîfeyê 5’emîn dîtiye, çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê jî bi heman zêhniyeta xwebelavî gelan di qirkirinê re derbas kiriye, serjê kiriyê û Bexdadî jî xwe xelîfe îlan kiriye. Têkiliya Erdogan û Bexdadî teqez yekitiya îdeolojîk û ruhî ye. Erdoganê ku xwe weke xelîfeyê 5’emîn dibîne hîn jî dinya Ereban weke qadên dagirkirina xwe dibîne. Her welatek û dewletek Ereban weke eyaletek xwe biçûk dibîne û wisa nêzîk dibe.
Dijminantiya faşîst Erdogan a ji bo gelê Kurd net e. Hîn bi salan beriya vê di axaftineke xwe de digot “Kurd li Arjantînê bin û dewletekê ava bikin li dijî wê dewletê ew ê şer bike”. Di nav ên heta roja îro hatiye de dijminê herî mezin ê gelê Kurd Erdogan e. Tu Kurdên ku Erdogan jê hez bikî tune. Ji bo wî Kurdê herî baş Kurdê mirî, Kurdê kole ye. Faşîstê Erdogan yek jî dijminê demokrasiyê ye. Polîtîkayên wî yên li welatê xwe jî faşîzan e. Heta di nava partiya xwe de jî dîktator e. Mirovekî nexweş e ku ji hêzê re diçe secdê û hemû hêza xwe ji bo dijminantiya Kurd û demokrasiyê bi kar tîne. Faşîst Erdogan ku dibêje Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo Tirkiyê tehdît e dereweke mezin e. Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo Tirkiyê tu caran nebûye mijara tehdîtê û tu êrîşên wê ji bo Tirkiyê çênebûye. Ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku têgeha “terorîst” bi kar tîne derew û zalimane ye. Bawer dike ku ew ê bi vê cîhanê bixapîne. Ya rast ew ji bo yekîtiya gelan a li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo jiyana hevpar a demokratîk û taybet ji bo îradeya gelê Kurd tehdît e û dijminantiyê dike. Wexta mijar dibe jiyana azad a Kurdan û îradeya wan a demokratîk tu rêbazên hovane ku Erdogan pêk nîne, tu tiştê ku nefroşe û pêşkêş neke ew ê nebe. Dewleta dagirker a Tirkiyê li Efrînê her roj çawa mafên mirovan binpê dike û rûmeta mirovan dixe bin lingan li ber çavan e. Faşîzma Erdogan li Efrînê rojane bûyerên tacîz, talan û destdirêjiyê pêk tîne, mirovan dikuje û direvîne. Dewleta Tirk ku xwediyê nasnameyek wiha qirêj û hovane ye ew ê çawa ewlehiyê bîne Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Bi gotina ku ew ê ewlehiyê bîne Bakur-Rojhilatê Sûriyê durûtî, derew û henekê xwe bi aqlê mirov kirine. Dîktator Erdogan di roja îro de tam jî bi zêhniyetek wisa hewl dide ku Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Dagirkirina xaka welatekî din ne di tu hiqûqa navneteweyî de, ne jî di tu exlaq û wijdanî de tune. Di roja îro de gelên me yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di bin êrîşên hovane yên dewleta Tirk de ne. Gundên me, bajarokên me, bajarên me bi balafir, tang, top û obûsan tê bombebarandin. Ev hemû jî bi awayekî zalimane li dijî gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan ku li dijî êrîşên faşîzma DAÎŞ’ê 11 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndar dan tê pêşxistin. Li dijî çeteyên faşîst ên DAÎŞ û Nûsrayê ku ji bo hemû mirovahiyê tehdîta herî mezin bûn QSD, YPG û YPJ’ê bi ruhekî fedaî li ber xwe dida û li Ewropa, gelek cihên dinyayê bûbûn sembol. Lê di roja îro de ew QSD, YPG û YPJ’a ku nirxên mirovahiyê diparast, di bin êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê de ye, artêşa Tirk û çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê bi hev re hewl didin ku wan tune bikin. Halbûkî hemû dinya divê piştgiriya hêzên me yên fedekar û fedaî QSD, YPG û YPJ’ê bike û berpirsyariya xwe ya li beranberî wan pêk bînin. Lê li gel hemû bedel û berxwedana me dayî xelatkirina gelên me ji aliyê Amerîka û Rûsyayê bûye ev; rê bidin dewleta Tirk ku êrîşen zalimane û hovane li ser xaka me û gelê me pêk bîne.
Li hemberî ev tevgera qirkirinê ya ku dewleta Tirk pêş dixîne gelê Kurd bi ezmûneke dîrokî û bi berxwedaneke dîrokî re rûbirû ye. Gelê Kurd roja îro pêwîstiya wê ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye ku bi ruhê berxwedaneke hevpar hebûna xwe biparêze û berxwedena parastina azadiya xwe pêş bixîne. Gelê Kurdistanê divê tu cudahiyê nexe nava parçeyan, nebêje ev xwediyê vê nasnameyê ye û cudahiya partiyan neke. Li Kurdistanê û derveyî welat li her derê divê mil bi mil li ber xwe bidin. Gelê Kurd divê bizanibe ku hêza xwe ya herî mezin ji mafdarî û rewabûna xwe digire, yek jî teqez divê yekitiya xwe ava bike û berxwedaneke hevpar pêş bixînin. Ew rojên ku em dibêjin rojên rûmet û namûsê ev roj in. Beriya her tiştî em mafdar in. Eniya me vekirî ye û em serbilind in. Li ser navê mirovahiyê ku li dijî DAÎŞ’ê me şer kir û bi parastina rûmeta mirovahiyê em serbilind in. Ji ber vê sedemê wijdanê mirovahiyê bi me re ye. Divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Kurd li ku derê bin divê cihên bav û kalên xwe, gundên xwe, bajarokên xwe û xaka xwe tu carî terk nekin. Divê em berpirsyariya xwe ya dîrokî bi gotina “yan heta dawiyê berxwedan, jiyanek azad û bi rûmet yan jî hîç” pêk bînin.
Gelê Kurd divê vê baş bizanibe ku eger faşîstê Erdogan piştgiriyek navneteweyî negirta ew ê nikarîbûya ku hewl bide qirkirina serdemê li ser Kurdan pêk bîne. Lê tu berjewendiyên ekonomîk û siyasî divê nebin sedema ku Kurd rastî qirkirinê bên. Di şert û mercên herî zor û dijwar de me li ber xwe da. Hîn jî em hewl didin ku hebûna xwe li ser vî esasî biparêzin û parastina azadiya xwe bikin. Li hemberî dostên xwe, hêzên ku bi wan re di nava têkilî û tifaqê de ne hertim em bi duristî tevgeriyan. Niha jî ew duristiya di berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de ji hêzên ku bi Kurdan re di nava tekilî û tifaqê de bûn hêvîkirin mafê me yê herî xwezayî ye. Di serî de Amerîka, dewletên Ewropa û Rûsyayê li hemberî ev êrîşan zalimane yên serdemê ku li ser Kurdan pêk tên divê bi hestyar bin û bêdeng nemînin. Têkiliya tifaq û dostaniyê, pîvanên exlaqî û mirovîn jî vê ferz dike. Di serî de Amerîka û hêzên din bixwazin dikarin rê li ber vê qirkirinê bigirin. Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya, Çîn û ji bo hemû dewlet û saziyan e; li dijî dewleta Tirk ku bi kîn û hêrseke mezin weke ya DAÎŞ’ê êrîşî gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike xwedî helwest bin, çavên xwe ji gelekî ku di qirkirinê re derbas dibe negirin, kêlî beriya kêliyekê bikevin nava tevgerê. Banga me ji bo tevahiya mirovahiyê, em weke gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê me şer kir, em hertim bi vê serbilind in. Tu hêz ji wijdanê mirovahiyê ne bi bandortir û mezintir e. Em hêvî dikin ku hûn ê bi vê zanebûnê piştgiriya berxwedana gelê me bikin û li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirina dewleta Tirk têkoşînê bilind bikin.”