NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên nêzî sînor û tijî şênî li gundewarên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo dike û Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva jêderên topbaranê dide. Di encamê de wesayîteke leşkerî ji cureya treks a artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin û wesayît bi temamî şewitî.