REQA – Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê jinûve xwe birxêxistin kirin û dixwazin êrîşan pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de, di 9`ê Cotmehê de, şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li bajaroka Mensûra yê girêdayî Reqayê ku ji 3 çeteyan pêk dihat, amadekariyên êrîşan dikirin. Di 10`ê Cotmehê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahî der barê şaneyê de girtin û yekser dest bi operasyonê kir.
Di encama operasyonê de, çeteyan nexwestin xwe radest bikin, hersê çete hatin kuştin.