SERÊKANIYÊ – Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber derbeyên giran ên şervanên QSD’ê, nikarin bi pêşve biçin û moralên wan têk çûne. Ji ber vê yekê jî, 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji ber têkçûnan, xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.
Nûçegihanên me gotin, yek ji çeteyan li mezreya Micî ya rojhilatê Serêkaniyê xwe radestî şervanên QSD’ê kirin, her du çeteyên din jî li ser rêya di navbera Serêkaniyê-Hesekê xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.
Nûçegihanan gotin, her sê çete niha di destê QSD’ê de ne.