QAMIŞLO – Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo girêdayî îdîayên dewleta Tirk a dagirker ku hêzên wan jîngehan li bajarê Nisêbînê dikin hedef daxuyanî da.
Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew mafê parastina rewa bi kar tînin. ji ber ku artêşa Tirk a dagirker ji bargeh û qaraqolên xwe li dora navçeya Nisêbînê sivîlan dikin hedef û wiha got: “Me tu carî hundirê bajêr an jî jîngehan li dora navçeya Nisêbînê nekiriya hedef, em qaraqol û bargehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker ên dûr bajêr di çarçoveya mafê parastina rewa dikin hedef, ji ber ku dewleta Tirk ji wan bargehan sivîlên bajarê Qamişlo topbaran dike.”
Meclisê bal kişand ser ku ew fedekariyên gelê Nisêbînê û azarên wan ji binpêkirin û êrîşên dagirkeriya Tirk di dema berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîlan (YBS) baş dizane û wiha domand: “Eger gelê Nisêbînê berxwedaniya xwe mezin bike û rabe ser piyan em amade ne heta dawiyê gelê xwe biparêzin.”