DÊRIK – Şervanê QSD’ê Lewend Qamişlo ku di çeperên Dêrikê cihê xwe digre derbarê rewşa dawî ya li herêmê agahî da ajansa me.
Şervanê QSD’ê Lewend Qamişlo ev agahî dan:
“Em niha li gundê Dêrikê yê Qesir Dîbê ne. Beriya cend rojan dema dijmin balafirên xwe ên keşîfe rakirin, hevalan ev xistin. Sinor pir nêzî me ye. Dijmin pirranî car top û obusan davêjin gundê Endîwarê. Heval jî ji wir de bersiv didin êrîşên wan. Li vî gundê Qesir Dîbê me dijmin xistiyê çemberê, nikarin nefesê bigrin. Hêza wan tune ku li wir êrîş bikin. Em çalakiyan li dijî wan pêk tinin. Tabûra şehîd Awaz li wan çeperan de şer dikin. Moralê hemû hevalan bilinde. Ji ber vê em di milê pîskolojîk xurttirin. Pîskolojiya çete û leşkerên dijmin têk çûye. Çeteyên Erdogan dîwarên li ser sinorê Cizîrê û Endîwarê radikin û dixwazin çeteyên xwe bixe Endîwarê. Lê ev tişt ne mimkune. Em ticarî nahêlin dijmin bikeve axa me.”