KOBANÊ – Bi sedan şêniyên Bakurê Sûriyê li ber bargeha Koalîsyona Navdewletî ya li Xirab Eşk li navçeya Celebiye ya girêdayî Kobanê kom bûn.
Destpêkê şênî li navenda bajarokê Xirab Eşk kom bûn û ber bi bargeha koalîsyonê ve li başûrê rojavayê navçeyê meşiyan.
Xwepêşendaran pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya osmanî ya nû re”, “Em ê şerê dagirkerê Tirk bikin heya ku faşîzim dişke”, “Na ji bêdengiya navdewletî re”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”hildan û siloganên “Gelê Sûriyê yek e”, “Bijî berxwedana QSD`ê”berz kirin.
Di xwepêşendanê de gelek axaftin hatin kirin, jê axaftina Ehmed Xoca endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Sivîl a Minbicê Nezîfe Xilo, bi navê Rûspiyên Êl û Şêxên Bakurê Sûriyê Farûq El-Maşî û bi navê Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehrezad El-Casim.
Axaftvanan piştgirî û desteka xwe ji Hêzên Sûriye Demokratîk li eniyên şer teqez kirin.
Axaftvanan bêdengiya navdewletî li hember kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarên Bakurê Sûriyê şermezar kirin.
Axaftvanan banga helwestek diyar ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle kirin.