KERKUK – Yekîneyê Tolhildana Şehîd Amara Gabar li bajarê Kerkukê li dijî baregehek MÎT’ê a tirkan çalakiyek lidar xistin. Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê Yekîneyê Tolhildana şehîd Amara Gabar bi bombeya karên destan çalakiyek li dijî MÎT’a tirkan pêk anîn.
Yekîneyê Tolhildana şehîd Amara Gabar ragihand ku hejmara birîndar an jî miriyan nehatiye zelal kirin, û Yekîneyên wan bi awayekî ewleh xwe şunde kişandine.