QAMIŞLO – Şeva din, artêşa Tirk a dagirker firneya alî ya navendî ya bajarê Qamişlo, ku nîvê gelê Qamişlo nan jê dibe, topbaran kir. Îro diyar bû ku di encama topbaranê de, 2 sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.
Nûçegihanên me navê yek şehîdî bi dest xist ku navê wî Hesen Silêman Elî. Her wiha ji birîndaran jî navê 4 bi destxist û ew jî wiha ne: Hesen Nasir Eswed, Mûnîr Xidir El-Elawî, Fadil Cedan El-Tiqtiq û Hebîb Mihemed Reşad Hebo.