NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re têkildarî teqîna ku girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê kiriye hedef, weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Erebeyeke bombebarkirî ji cureya Mazda li rex girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê di saetên berbanga vê sibehê de nêzî saet 02:15’an, teqiya. Dîwarê girtîgehê kir hedef û zirarek mezin çêkir û bêyî tu ziyanên mirovî çêbin. Di heman demê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.
Hedefgirtina girtîgeha Xiwêran a ku tê de girtiyên terorîst hene û di vê dema hesas de, tenê ji ber ku hêzên me bi parastina rewa ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker re mijûl in.
Ji aliyê din ve jî girtîgeheke dîtir ku tê de girtiyên terorîst hene, îro hat hedefgirtin.
Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştrast dikin ku di parastina rewa de berdewam in. Her wiha jî careke dîtir balê dikişînin ser ku şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê, dê bi faşîzma Tirk re dijminatiyê ji hundir ve pêk bînin da ku aramiya herêmê derbe bikin.
Em soza xwe careke din ji gel û şehîdên xwe re dubare dikin ku di rêya azadî, rûmet û parastina her bihostek xaka xwe ya pîroz de, berdewam in û piştrast dikin ku bi gelê xwe re ne, da ku parastina destkeftiyên ku di salên berê de li dijî têkbirina terorîzmê bi dest ketin, pêk bînin û niha jî li hember dijminatiya faşîst a dewleta Tirk parastina rewa dikin.”