NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên dagirker û berxwedana li hemberî wê daxuyanî da. Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di roja sêyemîn ya berxwedana dîrokî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê seranserî Bakurê Suriyê û Rojava bi dijwarî êrîşî gelê me dike. Berfirehiya berxwedana dîrokî bi vî awayî ye;
GIRÊ SPÎ
Di navbera Silûk û Girê Spî de şerên pir giran qewîmîn û dijmin bi tevahî teknîka xwe li ser herêmê dide şixulandin û li gundên bi navê Til Findir û Yapsê şer berdewam e. Di encama şer de 11 çete hatin kuştin. Du hevalên me şehîd ketin û 5 hevalên me birîndar bûn.
SERÊKANIYÊ
Di roja sêyem ya berxwedanê de, şervanên me li Serêkanî şerên giran ji bo şikandina dorpêçê berxwedanek mezin dikin.
Di encama şerê dijwar yê li herêmê de nêzî 94 çete hatin kuştin û 80 birîndarên wan çêbun. Herwiha di gundên Til Helef, Elezîziyê, Til Erqem, Xirbet Benat, Til Xenzîr, Diwêra de şer û pevçûn berdewam e.
Di van şer û pevçûnan de 20 şervanên me şehîd bûn û 24 şervanên me ji birîndar bûn. Heman demê seyareya zirxî a bi cureya BMB yê dijmin hatiye rûxandin û çeteyên di hindir de hatine kuştin.
KOBANÊ
Di encama êrîşa sekvanî ya şervanên me de leşkerek hatiye kuştin. Her wiha artêşa dagirker a Tirk gundê Elî Şar topbaran kir. Di bersivdayîna şervanên me de leşkerek hat kuştin û qereqola dijmin bi cebilxaneya xwe ve hat rûxandin.
AMÛDÊ
Di demê nîvro de bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatiye topbarankirin. Di encamê de hevalek me şehîd ketiye û 2 endamên erka xweparastin birîndar bûn. Li ser bersivdayîna şervanên me qereqola sînor hat şewitandin û seyareya zirxî cureyê BMB hat rûxandin.
QAMIŞLO
Êrîşên dijmin yên li ser sînorê bajar berdewam in û bi bersivdayîna şervanan ew êrîş hatine şikandin. Heman demê de li gundê Sêgira seyareyekî yê dijmin hat şewitandin û gelek ji wan hatin kuştin.
Di encama êrîşa balefira keşfê ya li ser sînor hemwelatiyên me yên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Li aliyê din bi êrîşên topbarana hawanan de 6 şervan û gelek sivîl birîndar bune.
Li navenda bajarê Qamişlo kêleka xwaringeha Omerî êrîşek xwekujî bi wesayîtan pêk hat di encam de şehîd û birîndar hene û gelek ziyanên maddî çêbun. Ev êrîş ji aliye çeteyên DAIŞ ve pêk hatiye.
DÊRIK
-Artêşa Tirk li Dêrîkê xwest sînor derbas bike, di encama wê de şer û pevçûn li gundê Qesir Dîb rûda û 6 leşker hatin kuştin û 23 birîndar bûn. Di berdewamiya şerên dijwar de li gundê Delavê Kera seyareyek leşkeri hat rûxandin û piştî wê jî gund dan ber topan.
Di navbera şervanên me yên li gundê Carudiyê û leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên li qereqola gundê Babîla yê girêdayî Cizîra Botan de şerek dijwar bi çeken giran rû da.
– Doh di danê nîvro de li beramberî gundê Banûkiyê qereqola dijmin bu armanca şervanên me û di encamê de qereqol hat şewitandin, 6 leşker hatin kuştin û 21 leşker birîndar bûn.
-Di dane êvarî de li beramberî gundê Dêrika Beravî şervanan nuqteyek dijmin û seyareyek dijmin şewitandin.
Di şerê roja 11’ ê Cotmehê de artêşa dagirker a Tirk li seranser sînor bi hemû hêza xwe ta teknîkî, balefirên keşfe, balefirê şer û topbarana obûs, hawan û tangan de xeta sînor û bajar bi giranî kirine hedef û lê dane.
Di encama vê de berxwedaniya şervanên me mezin bûye û bi giştî 118 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 90 çete ji birîndar bûn.
Bi giştî 23 şervanên me şehîd ketin û 37 ji birîndar bûn.”