DÊRIK – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û seferbertiyê ragihandin.
Ciwanên Dêrikê ku xwe ji bo şer amadekirine seferbertiyê bi wan gotinan îlan kir:
“Li her çar hêlên Kurdistanê êrîşên dagirker hene. Ev ne îro û ne doh ye, ev bi hezar salan wiha ye. Dixwazin gelê Kurd tune bikin. Em wek ciwan tucarî vê qebûl nakin. Hêza her mezin a civakê ciwan û jinên ciwan e. Em îro wek ciwan û jinên ciwan daketine qadan, ji bo em axa xwe biparêzin. Em bang li hemû gelê Rojava dikin ku bi bawerî û îradeyek mezin daketin qadên şer. Li hemberî êrîşên tunekirine pêwîste helwesta me zelal be. Kin û hêrsa me li hemberî dijmin mezine, heta dilopek xwîna me hebe, em ê li dijî vî dijmin hovane şer bikin. Em li ber xwe bidin û berxwedanê esas bigrin. Pêwîste em bi hêza xwe bawer bin û ji lîstokên şerê taybet bawer nekin. Dijmin dixwaze gelê me bi riya medyaya xwe bixapine. Em tenê guh bidin ragihandina xwe a rast. Em piştgiriya hêzên xwe ê leşkerî Asayîş, YPG-YPJ û QSD bikin. Ji bo parastina Şoreşê ji erk bikeve ser milê me ciwan û jinên ciwanan em ê pêk binin.”
Ciwanên Dêrikê bi sloganên wek “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Ciwan fedayiyê Rêber APO ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kir.