SERÊKANİYÊ – Şervanên QSD`ê zirarên mezin gihandin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Şervanên QSD`ê li herêma pîşeyî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê panzêreke leşkerî rûxandin. Şer li wir bi dijwarî didome.
Her wiha şerên dijwar li dora kevana bajarokê Til Helef başûr rojavayê Serêkaniyê piştî hewldana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşî nuqteyên şervanan bikin rû dan. Di encamê de gelek kuştî û birîndarî di nav artêşa Tirk a dagirker de û çeteyên wê çêbûn.