QAMİŞLO – Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve rastî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker tên. Artêşa Tirk tevahiya çekên giran û balafirên şer bi kar tîne.
Piştî êrîşan Hêzên Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya gişt ji bo sekinandina li hember êrîşên Tirkiyê ragihandin. Bi taybet bang li keç û xortan hate kirin ji bo ku çek rakin û tev li berxwedana li dijî êrîşên Tikriyê bibin.
Di vî warî de vê şevê bi deh keç û xortên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo tev li seferberiya giştî bûn.
Tevgera ciwanan diyar kir ku parastina axa welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan erkek neteweyî ye û dikeve ser milê hemûyan bi taybet ciwanan.
Ciwanan bang li rêxistinên ciwanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li nav refên berxwedanê bibin.