NAVENDA NÛÇEYAN – Cepheya Navnetewî ya Antifaşist a Ciwanan bi daxuyaniyekî nivîskî bang dike ku ciwanan xwe tevlî têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava bikin. Li gorî daxuyaniya Cepheya Navnetewî ya Antifaşist a Ciwanan “bi dagirkirina Rojavayê ve xeteriyekê pir mezin ji bo heremê heye. Wê komkujî, koçberî, qirkirin û talanî bi xwe bîne“ Ev jî yek ji sedeman e ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst li Ewrûpayê berê xwe bidin Rojava û axa xwe biparêzin. Herî zêde divê ciwan xwedî li têkoşînê derkeve ji ber ku „di serî de ciwan, ê ku êdî bindestî naxwazin û li jiyanekê azad digerin, pewîst e vegerin welatê xwe. Bi propaganda, şerê qehremantî ya gerîla û şerê serhildanên bajaran wê ciwan rola pêşengtî bilîzin. Di dîroka şoreşên azadiyê û xweseriya demokratîk de ji Espanya heya Vietnamê û ji Angola heya Kurdistanê bigre ciwan ji gelek welatên derva berê xwe danê qada şer û her tim di cepheya pêş de bûn û îro jî bibin. Ji ber vê ciwanên Ewrûpayê jî berpirsyar in ku berê xwe bidin Rojavayê û şoreşê biparêzin.“
Ji 9ê mehê ve rejîma qirker a Tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê dike. Ev dîrok bi tesaduf nehate hilbijartin ji ber ku destpêka komploya navdewletî jî di 09’ê Cotmehê 1998 pêkhat. Di serî de dewleta Tirk û hevkariyên vê dixwaze Kurdan tine bike. Lewma, li gorî daxuyanî, divê Kurd û kesên enternasyonalîst berê xwe bidin Rojava: “Ji bi misogerkirina şoreşa Kurdistanê û şikandina komploya navnetewî li hemberî Rêber APO riyekê tenê heye: Riya berxwedanê. Em di şerê gelê şoreşgeriyê de ne divê her mal û kolanê bibe mewziyekî û her kesê ciwan an ixtiyar rol û cihê xwe lê bigire.“
Daxuyanî bi giştî wiha ye:
“An jiyanekê azad an jiyanekî azad – Hemû ciwanên ji Ewrûpayê berê xwe bidin Rojavayê!
Ciwanên demê,
Em di pêvajoyekê pir xeter de derbas dibin, bi salvegera 20’êmin a destpêka komploya navdewletî li ser Rêber APO erîşên dewleta faşist a li ser Bakûrê-Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê destpêkirin. Em dizanin ku ev tenê astekê nû ya şerê qirkirinê ya dewleta faşişt a Tirk li hemberî vîna gelên heremê ye. Lê em wekî ciwanan ji bo şer û berxwedan amade ne û em ê şoreşa Rojavayê biparêzin. Dema seferberiyê ye!
Di tevahiya cîhanê de qeyran û şerê desthilatdarî heye û civak bi bindestî, asîmilasyon û jenosîd rû bi rû dimînin. Netewperestî, kuştina jin û çanda destdirêjî her wiha talankirina xwezayî rastiya wê sîstema desthilatdar.
Bi dagirkirina Rojavayê ve xeteriyekê pir mezin ji bo heremê heye. Wê komkujî, koçberî, qirkirin û talanî bi xwe bîne. Arteşa dûyemîn a NATOyê hemû teknîka xwe ya şer û çeteyên hov li hemberî me xistiyê dewrî û bê navber sivîl û destkeftiyên ku di qadên azad de hatin afirandin bombebaran dike. Li vir planekê hevpar a deweletan heye – lê derewên wan nikarin me bixapînin. Xwîna gelek sivîlan di destê dewletên emperyalîst de heye.
Niha erka hemû ciwan û şoreşgerên kurd û enternasyonalîst ên ku dijî metîngerî, dagirkerî û faşizmê ne ku xwedî li vê têkoşînê derkevin. Hans Beimler, Che Guevara, Ivana Hoffmann û Avesta Xabûr jî keliyekî nesekînin û berê xwe dane şerê li hemberî faşizm û emperayalîzmê. Tenê eger em bikaribin li şopên şehîdên qehremanên şoreşê bimeşin em ê serbikevin. Eger ne em, kî? Eger ne îro, kengî? Hûn li benda çi ne?
Wexta hemû ciwanên Rojhîlata Navîn hatiye: Tiştê ku hûn lê digerin li Ewrûpa peyda nabe, hûn ê tenê li welatê xwe ya azad bibînin – werin welat û axa xwe biparêzin! Tevlî yekîneyên parastina li Rojavayê bibin, bibin perçeya têkoşîna li dijî metîngerî, bindestî û faşizmê. Wekî ku hûn dizanin di serî de ciwan, ê ku êdî bindestî naxwazin û li jiyanekê azad digerin, pewîste vegerin welatê xwe. Bi propaganda, şerê qehremantî ya gerîla û şerê serhildanên bajaran wê ciwan rola pêşengtî bilîzin. Di dîroka şoreşên azadiyê û xweseriya demokratîk de ji Espanya heya Vietnamê û ji Angola heya Kurdistanê bigre ciwan ji gelek welatên derva berê xwe danê qada şer û her tim di cepheya pêş de bûn û îro jî bibin. Ji ber vê ciwanên Ewrûpayê jî berpirsyar in ku berê xwe bidin Rojavayê û şoreşê biparêzin. Enternasyonalîst anjî Kurd be ferq nake – pêwîst e em pêşiya faşizma Tirk bigrin. Bê serkeftina şoreşa Rojhîlata Navîn li metropolên Ewrûpayê azadî ne mumkîn be.
Ew şer, şerekê cihanî ye û navenda vî Kurdistanê ye. Wê şerê dawî be ê ku hemû hemû şer bi dawî bike. Şerê hebûn û tunebûne ye. Ji bo ku em vê şerê vergerînin şerê rizgarîya xwe, ji me re wêrekî, hêvî û berxwedana bê hempa ya ciwanan pêwîst be. Ciwan berpirsyartiya xwe li hemberî şehîdan dizanin û amade ne ku heya dawî di zanabûnê de ne ku ser xeyalên jiyan û civaka azad israr bikin. Bêdeng nemînin, temaşe nekin, nehêlin. Em ê dîrokê binivîsin.
Ji bi misogerkirina şoreşa Kurdistanê û şikandina komploya navdewletî li hemberî Rêber APO riyekê tenê heye: Riya berxwedanê. Em di şerê gelê şoreşgeriyê de ne. Divê her mal û kolanê bibe mewziyekî û her kesê ciwan an ixtiyar rol û cihê xwe lê bigire.
Ti çekên vê cîhanê nikarin îradeya şoreşgerî ya berxwedanê bişkînin. Em heviya gelan e, em nayin tinekirin. Em ê heya dawî ber xwe bidin – çi dibe bila bibe! Yên ku wateya azadiyê dizanin herî bi hêz in û wê nemirî bin.
Em carekê bang dikin:
Werin tevlî refên hêzên parastina Kurdistanê bibin!
Şoreş wê serbikeve, faşizm têkbibe!
Bijî Rêber Apo û berxwedana Rojava!
Cepheya Navnetewî ya Antifaşist a Ciwanan“