GIRKÊ LEGÊ – Yekîneyê Tolhildana Şehîd Mawa ku girêdayî Ciwanên Şoreşger e, li Girkê Legê ji bo parastina gel li sê cihan bendê kontrolê danin.
Yekîneyê Tolhildana Şehîd Mawa ku ji 12 kesan pêk tê piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê erka bendê kontrola bajarê girte ser xwe. Endamên Yekîneyê rojane dewriyê davêjin û li sê cihan bendê kontrolê datînin. Wesayit û kesên ku di bendê re derbas dibin ji aliyê Ciwanan ve tê kontrol kirin. Ciwanên ku parastina Gel dikin da diyar kirin ku Ciwanên ApoyÎ wê vî şerî bibe serkeftinê.