DÊRIK – Miheydin Xeyrikî endamê Meclisa Leşkerî a Dêrikê ji ajansa me re axivî û berxwedana li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker nirxandin. Miheydin Xeyrikî bang li gel kir ku xwedî li şervanên xwe û hêzên xwe derkeve û bang li ciwanan kir ku cihê xwe di nava refên şervanên azadiyê de bigrin.
‘EM JI BERDÊL DAYÎNÊ NATIRSIN’
“Ruxmê dewleta tirk a dagirker bi ewqas teknîk û çeteyên xwe êrîşên xwe li ser herêmê pêk tine, bersivdayinê xurt ji aliyê me ve çebûn. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê heta niha tu gavên berbi çav pêş de nehatiye. Nikarin sinor derbas bikin. Tevgera me tevgerek şehîdane, bi berdêl dayînê em hatine heta wan rojan, lê em ticarî çeka hevalên xwe li erdê nahêlin. Dibe ku di wan êrîşan de wendahî û xezar bigêheje hêzên me, lê ev ji bo me nabe astengî. Em ji berdêldayinê natirsin. Em dîsa bang li Ciwanên Rojava dikin ku riya şehîdan bişopînin. Pêwîste Ciwan çeka şehîdan li erdê nehêle, ji bo ku em bikarin ev xeteriyên li ser axa me têk bibin.”
‘SERÊ KANIYÊ JI DESTPÊKA ŞOREŞÊ BI BERXWEDANA XWE TÊ NASIN’
“Di destpêka Şoreşa Rojava jî Serê Kaniyê bi berxwedaniya xwe a bêhempa hate nasin. Ev dem jî çeteyên El-Nusra nikaribûn bikevin ev herêmê. Ji Serê Kaniyê rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Îro Serê Kaniyê pêşengiya vê Berxwedanê dike. Dijmin çiqasî hewl dabe bi tank, top û çeteyên xwe bikevin vê herêmê, lê hin jî tu gav neavêjtiye. Serê Kaniyê wê dîsa bibe destpêka binketina dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê. Li tevahî sinorê Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar heye, li Girê Spî û tevahî sinor ev wusa ye. Lê QSD bersivdayinê xurt dide êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê. Heta niha tu encam bidest nexistine, berovajî vê, wan wendahiyên pir mezin dane. Gelek çeteyên kuştî û dilgirtî di destê hêzên me de ne. Gelê me û destpêkê de ciwan, em bang wan dikin ku di nava refên YPG-YPJ’ê cihê xwe bigrin. Ji bo em bikarin bersivên hin xurt li dijî wan êrîşan bidin. Bila gelê me jî xwedî li hêzên xwe, li zarokên xwe, li şervanên xwe derkevin û pişta wan bigrin. Ji ber Şervanên Azadiyê hêza xwe ji gelê xwe digre.”