NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji ber şehadeta Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em bi rihê berxwedêr, bi sekin û biryardariya şehîdên xwe, pêşeng û jina têkoşer, ya di bin her şert mercan de ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn meşand bi hurmet û rêzdariyeke mezin hevrêya xwe Hevrîn Xelaf bi bîr tînin. Em di şexsê hevrêya doza azadiyê, hevrê Hevrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza me daye şehîdên xwe careke din bi biryardariyeke mezin nû dikin. Ji gelê Bakûr-Rojhilatî Sûrî, tevahî mirovahiyê û malbata hevrê Hevrîn re sersaxî dixwezin.”
YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de tevî çeteyên xwe ji bo tinekirina destketiyên şoreşa Rojava dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye û destnîşan kir, “Ev êrîşa dagirkeriyê ne tenê li ser gelê Bakûr-Rojhilatî Sûriyê ye, li ser tevahî nirx, û rûmeta mirovahiyê ye. Dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd û jina Kurd de dijminahiya herî mezin li hemberî gelan dike. Ev êrîş di rojeke wiha de pêk anîn, ne ji xwe bere. Ev êrîş, di encama pilangerî û hesapên qirêj yên di navbera dewletên ku niha li ser herêma me temenê şer dirêj dikin de hatiye pêşxistin. Em dewletên ku destûr dane vê dagirkeriya dewleta Tirk û hemû kesên li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng dimînin, di ber vê xwîna dirije de berpirsyar dibînin.
Me di 8 salên derbas bûyî de, di şerê parastina rûmeta mirovahiyê de, bi hezaran şehîd dan. Ji bo em welatê xwe, nirx û hebûna gelê xwe biparêzin me ewqas şehîd dan. Hevrê û pêşenga me Hevrin, îro li hemberî pîlangeriya qirkirinê bû şehîda berxwedana parastina welatê xwe. Heval Hevrîn, bi pîlaneke qirêj û xiyanetkar hate hedef girtin. Ev êrîşa li ser pêşenga me hate pêk anîn li ser tevahî jinan e. Çeteyên DAIŞ’ê, çawa li Şengal û deverên din hovîtiya herî mezin li ser jinan pêk anîn, îro dewleta Tirk jî bi çeteyên xwe heman hovîtiyê û heta ji DAIŞ’ê xerabtir hovîtiyê li ser jinan dimeşîne. Di şerê Efrînê de, di şexsê hevrêya me Barîn û Amargî de dewleta Tirk, li hemberî cîhanê rûreşiyeke mezin jiyan kir. Îro Careke din ew kîn, hêrs û nefreta xwe ya li hemberî jina azad, mirovên berxwedêr daye der. Em weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê vê êrîşa nemerdane vê kiryara dijî nirxên mirovahî û dijî exlaqê şer, li hemberî hemû jinan dibînin û em dibêjin em ê hesabê vê bipirsin.
Me weke yekîneyên parastina jin, çawa di tekoşîna 8 salên derbas bûyî de, bê teredut cihê xwe di eniya şerê parastina rewa de girt, em îro jî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk amade ne bi vê erka xwe ya dîrokî rabin. Berxwedana parastina rûmetê keta roja xwe ya pêncemîn. Em bi şervan û fermandarên xwe ve di eniyên şer yên herî pêş de cih digrin. Ev pêşengî ji bo me YPJ’ê cihê rûmetê ye. Em ji bo tola hevserok, rêheval û peşenga gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê heval Hevrîn rakin çi ji destê me were em ê heya dawî bikin. Em ê bi rihê hevrê Ronas Ereb, Ronahî, Nupelda, Siyajîn, Silava, Rêvan, Sorxwîn, Deniz û Nêrgîz ku di berxwedana şerê Serêkaniyê û Girê Spî de pêşengî kirin, xwedî li şehadeta hevseroka partiya xwe ya pêşerojê derbikevin.
Em li ser vê bingehê bang li hemû jinan dikin û dibêjin, hemû jinên ku hevaltî di fikir, ruh, wîjdan û hestên jin-bûnê de, bi jinên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re dikin, rabin ser piyan li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wî dengê xwe bilind bikin. Jinên cîhanê û Rojhilata Navîn çawa dema tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgirî dan me, em îro careke din bi hêvî ne, hemû jin dengê xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bilind bikin. Em weke jinên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, ji bo xwedî li azadî û rûmeta xwe derkevin, weke jinên Ereb, Kurd û Asûrî di vê berxwedanê de dîrokeke nû ya tekoşînê binivisînin.
Bi vê bîr û baweriyê em weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, biryardariya xwe ya tekoşînê tînin ziman. Û em dibêjin, wê bersiva me ji şehadeta hevserok û pêşenga gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê rêheval Hevrîn re bibe mezin kirina berxwedan, tekoşîn û bi destxistina serkeftinê.”