NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker tevlîbûnê ciwan û jinên ciwan nava refên berxwedanê zêde dibin. Endamên Yekîtiya Jinên bi daxuyaniyekê ragihand ku komek jinên ciwan bi ruhê seferbertiyê tevlî refên YPJ’ê dibin ji bo parastina axa xwe bikin.
Daxuyaniya koma ku tevlî seferberiyê bûne wiha ye:
“Em wek Jinên Ciwan dîroka xwe nas dikin, û tucarî jibîr nakin. Em dizanin di 9’ê Cotmehê de komployek navdewletî li hemberî Serokatiya me pêk hat. Ev êrîşên îro jî berdewamiya vê komployê ye. Dewleta tirk a dagirker qaşo dibin navê “Herêma Aramî-Ewleh” dixwaze welatê me dagir bike. Bila dijmin baş bizane, em tucarî welatê xwe bernadin. Ev bi salane em xwe li ser fikrê Rêber APO perwerde dikin. Em ê bi vî fikir û ramanê Serokatî heta dawî li berxwe bidin. Em bang li hemû Jinên Ciwan dikin ku li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin. Xwedî li rûmeta xwe derkevin. Roj roja rakirina silahê ye. Em wek Jinên Ciwan silahê xwe radikin û li hemberî vî dijminî şer dikin!”
Jina Ciwan Bermal Kobanê ku bi ruhê seferbertiyê tevlî berxwedanê buye armancên xwe wiha anî ser ziman: “Me wek Jinên Ciwan seferberî îlan kiriye, ji ber ku em dizanin dijminê me dixwaze welatê me dagir bike. Em vî tiştî ticarî qebûl nakin. Bangawaziya me ji bo hemû Jinên Ciwan ên Kurdistanê ew ku werin tevlî refên YPJ bibin û xwedî li şeref û rumeta xwe derkevin. Şoreşa Rojava di pêşengtiya jinê pêk hatiye, ji ber vê bila hemû jinên ciwan werin tevlî berxwedana Şoreşê bibin.”
Torî Cudî ku li dijî êrîşên dagirker tevlî refên berxwedanê buye wiha axivî: “Em îro bi ruhê seferbertiyê tevlî refên YPJ’ê bûn e. Li ser tevahî Rojava êrîşên giran hene. Em tucarî axa xwe bernadin û em ê heta dawî welatê xwe biparêzin.”