EYN ÎSA – Çeteyên DAIŞ’ê ku di zindaneke li hundirê Eyn Îsayê de ne, isyan kirin û agir bi zindanê xistin.
Li gorî agahiyan çend DAIŞ’î reviyan. Ev yek xeteriyeke mezin li ser tevahiya cîhanê çêdike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî kampa Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî ku penaber û malbatên DAIŞ’ê têde hene kirin, da ku malbatên DAIŞ’ê birivin û rastiya ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ’ê were veşartin.