NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji Zaxo heya Germiyanê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedanê bûn.
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê ji bo refên berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk were xurtkirin, banga seferberiyê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî ragihandina seferberiyê gelek ciwanên Başûr biryara tevlîbûna berxwedana Rojava dan.
Gelê Başûr û ciwanên wê li gel xwepêşandanên bo piştgiriya Rojava, bi awayeke çalak jî tevlî berxwedanê dibin.
Li gorî zanyariyên me ji çavkaniyên herêmî girtiye ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ciwan ji bo tevlî berxwedanê bibin berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî zanyariyan ji Şêladizê, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Germiyan, Kerkûk û Hewlêrê bi dehan ciwan derbasê Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li gorî zanyariyên me ji çavkaniyeke herêmê girtiye, di navê de jinên xwedî zarok jî bi sedan ciwan biryar dane li dijî dagirkeriya Tirk yên bi armanca qirkirin û guhertina demografyayê tevlî seferberiya ji bo Rojava bibin.