NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAÎŞ’ê yên sûd ji bombardûmana dewleta Tirk wergirtin ji kampa li Eyn Îsayê reviyan.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku 895 çete reviyane û çeteyan bi çekên li kampê û derdorê bi dest xistin çûne gundê Halîdiyeyê.
Hate ragihandin ku yên reviyane bi giranî malbatên DAÎŞ’î û girtiyên DAÎŞ’î ne.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan li Halîdiyeyê dest bi êrîşa dijî hêzên QSD’ê kirine û balafirên koalîsyonê li ser gund digerin.
Tê gotin ku balafiran hîn dest li rewşê wernedane. Li gorî agahiyan li nava kampê jî çeteyên çekdar hene.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kurdan wergirt diyar kir ku derdora 800 çeteyên DAÎŞ’ê û xizmên wan reviyane.