NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku berxwedana wan a li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“SERÊKANIYÊ
Ji saetên sibehê zû ve artêşa dagirker bi alîkariya balafir û topan êrîşî Zorava û taxa Sinaa kir. Di dibistana destpêka bajar de şer derket û bi bersivdayîna şervanên me ew êrîş hat şikandin.
Hewldana artêşa dagirker a ketina taxa rojavayê bajar û qutkirina rêya Til Temirê hat şikandin.
Her wiha li seransê bajar giştî bi topan û balafirên şer li êrîş pêk tên. Di encama şerên ku rû dan de 78 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 29 birîndar bûn, 7 BMB û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin. Di van pevçûnan de 22 şervanên me şehîd ketin, 34 şervanên me brîndar bûn.
AMÛDÊ
Artêşa dagirker bajarê Dirbêsiyê topbaran kir. Pevçûn di navbera şervanên me û çeteyan de çêbû û di encamê de 5 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
QAMIŞLO
Di roja 4’emîn de seranserê bajar hate topbarankirin. Di encama êrîşan de li parka gel sîvîlek şehîd ket.
DÊRIK
Di encama bersivdana hevalên me de li gundê Babîl sîlaheke giran hate rûxandin. Her wiha di encama êrişên artêşa dagirker de sîvîlekî jiyana xwe ji dest da.
HESEKÊ
Hewldanên şaneyên veşartî bi êrîşa dagirkeriyê re zêde bûn û wesayîtek bombebarkirî li kêleka deriyê girtîgeha çeteyên DAIŞ ya li taxa Xuwêran xwe hate teqandin.
KOBANÊ
Li ser êrîşeke ji baregehek dijmin, şervanên me bi çalakiyekê baregeha li hember Qultepe rûxand. Li gundê Recm el-Hîlwa şervanek me birîndar bû.
GIRÊ SPÎ
2 gund ji dagirkeriya çeteyan hatin rizgarkirin. Di heman demê de bê navber bi hevkariya balafirên keşfê, top û balafirên şer navenda bajar û dewr û ber bi giştî tên bombebarankirin. Şer û pevçûn li seranserê bajar berdewam e. Di 11’ê mehê de 6 hevrêyên me di encama êrîşeke hewayî de şehîd ketin. Çeteyan li ser rêya navdewletî Hevrîn Xelef û hevalek wê şehîd xistin. Li ser bersivdana hêzên me herêm ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha li her du aliyên bajar, di çalakiyên hêzên me de 3 çete, di encama çalakiyek sekvanî de jî leşkerek hatin kuştin. Di encama êrîşa hewayî ya li ser Mebrûka de 3 endamên asayîşê şehîd ketin, endamek birîndar bû û bi 3 endamên din re jî pêwendiya me qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamekî asayîşê şehîd ket.
Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çete hatin kuştin û 32 çete brîndar bûn.
31 şervanên me şehîd ketin û 36 şervanên me jî birîndar bûn.
Herwiha 4 sîvîl ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye, şehîd ketin.”