NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên ciwanan daxuyanî dan û îlan kirin ku wan dest bi pêngaveke nû kirin.
Di daxuyaniya rêxistinên ciwanan de ev tişt hate diyarkirin:
“Em wekî tevgerên ciwan û jinên ciwanan destpêkirina pêngava NEHÊLE bi rêzdarî pêşkeşî raya giştî dikin. Li ser vê esasê qonaxa yekemîn a pêngava Nehêle, bi xwedîderketina hemû ciwanên sosyalîst û şoreşger ve li hember hikûmeta AKP-MHP a ku li ser soresa Rojava gefa dagirkirinê dixwin û li hember hêzên emperyalîst dê bibe bersivekî herî rast û xurt. Em ê NEHÊLIN Rojava were dagirkirin.
Têkoşîna bêhempa ya ku bi Rêber APO ve dest pê kir îro bi xeyalên milyonan Kurdan ve bûye yekpare. Ev têkoşîn bi jiyana xwe, bi sekna xwe ya serbixwe, bi vîna xwe ya azad û bi girêdayînbûna xwe ya bêhempa ya bi nirxên mirovatiyê ve ji roja ku dest pê kir heya roja me ya îro li Rojhilata Navîn şoreşa mirovatiyê pêk aniye û ruhê azadiyê aniyê asta lûtkeyê. Bi berxwedana xwe yê ruhê fedaî ve hêzên komploger, hêzên dagirker û hezên emperyalîst matmayî hiştiye û ji gelên bindest re bûye çavkaniya moral û hêviyê. Ev têkoşîna me ya ku çavkaniya xwe ji ciwantiya Rêber APO digire her tim dersa mirovatiyê daye dagirker û mêtîngeran. Kevneşopiya xwe yê lehengiyê ya ku ji jiyanê qasî ku di oxira wê de canê xwe bide hez dike; îro bi destên dagirkeran û mêtîngeran tê xwestin ku were teslîmgirtin û tasfiyekirin.
Pêwîst e ew hêzên komploger û emperyalîst baş vê yekê bizanin ku hûn nikarin şerê azadiyê ya ciwan û gel a ku xwe bi kesayeta milyonan ve rêxistin kiriye tune bikin, teslîm bigirin û tasfiye bikin. Ciwanên Kurdistanê yên ku her yekê wan bûye EGÎD li hember deq u dolabên we serê xwe natewîne, bêdeng namîne û tenê temaşe nake. Planên we yên qirêj û planên we yên ku neyartiya hemû mirovatiyê dike dê kêr neyê. Hûn ê baş fêm bikin ku ciwanên Kurd ne wek berxên qurbanê ne û em ê li hemberê bîryara ku we girtiye we poşman bikin. Ew ciwanên ku xwe bi ruh, bi zanebûn û bi vîna Rêber APO ve afirandiye çawa ku di çalakiyên berxwedana Kobanê de xwe kir xelekên ji agir û komplogeran şewitandibû; îro jî ji her demê zêdetir dê bikeve nava pêngava berxwedanê û hesabên we yên riziyayî serûbin bike.
Em wek rêxistinên ciwan û jinên ciwan ên ku nûnertiya xeyal û lêgerîna azadiyê ya hemû ciwan û jinên ciwanên cihanê dikin bi pêvajoyekî dîrokî û bi qasî dîrokî ye jî di heman demê de bi çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin ve rû bi rû ne. Erdnigariya Rojhilata Navîn di her keliyê de ji pêşketinên pir dîrokî re malzaroktî dike. Her roj pêşketinên awarte diqewimin. Bi taybetî jî Kurdistan dil û mêjiyê van pêşketinan e. Kurdistan îro ji ber ku navenda şerê dike ji qonaxekî dîrokî derbas dibe û ji ber vê yekê jî bi politikayên herî qirêj ên hêzên deshilatdarî ve rû bi rû dimîne. Ev pêşketinên ku Tevgera me ya Azadiyê jî ji nêz ve eleqedar dike, ji xwe re dîsa perçekirina Kurdistanê ya ku berê de kiribûn çar perçe armanc dike. Di şexsiyeta faşîzma dewleta tirk de hemû hêzên dagirker îro erîşên îmhakirinê dane destpêkirin. Li hemberî vê pêvajoyê bersivdayînek pêngavî ji bo me Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê nêzîkatiyek herî stratejîk e. Ciwanên APOYÎ dê bi derketina bi pengavî ve dê teqez bersiva herî mezin bide dijminê dagirker a faşîst. Ev pêvajo, pêvajoyekî ku em li Ewropayê bi ruh û bi dînamîzma ciwantiyê ve pêngava xwe pêş bixin e. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên ku li Ewropayê dijîn dikin ; bi dilsoziya soza tolhildana Şehîdan ve, bi ruhekî seferberî ve li tu derê NEHÊLIN dagirkerî pêş bikeve. Bila Dost û dijmin herkes bizanibe ku ciwanên fedaî yên li Ewropayê dê bibe xewnereşkên neyar. Û ciwanên fedaî dê bibin pêşengên serkeftina serhildana dawî ya Kurdan.
Ji ber vê yekê ew ciwanên ku dibêjin “NEHÊLE”, ew ciwanên ku dibêjin “Em ê axa xwe biparêzin”, ew ciwanên ku dibêjin “Em ê li hember faşîzmê têbikoşin”, ji bo ku xwedî li berxwedana Imraliyê derkevin, divê bi bangawaziya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin çeperên berxwedana Rojavayê. Ciwanên ku xwedî li pêngava “NEHÊLE” derdikevin, ciwanên birûmet, ciwanên bişeref û ciwanên girêdayî nasnameya Kurd û Kurdistanê ne pêwîst e Rojava biparêzin. Li hember destdirêjiya rûmeta Kurdistanê, li hember rijandina xwîna Kurdan û li hember kesên ku dixwazin qira Kurdan bînin pêwîstî bi seknandinekî wek mertalî heye û divê destên dijmin werin şikandin. Her ciwan pêwîst e bibe wek abîdeya “NEHÊLE”. Her ciwan gerek li gorî nirx û dîroka xwe tevbigere. Gerek her ciwan berê xwe bide Berxedana Sedsalan ango Berxwedana Rojavayê. Lê pêwîst e ew hêzên êrîşker baş bizanibin ku çiqas êrîş bikin bila bikin ciwanên welatparêz ên li Ewropayê destên wan ên ku dirêjî Şoreşa Rojavayê dibe dê bişkinîn. Û ciwan çi dibe bila bibe planên dagirkeran wê serûbin bike.
Li ser vê esasê wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad banga me ya ji bo hemû ciwanên Ewropayê ew e; li hembere komployekî nû ya komplogeran ya li hember têkoşîna me serî rakin, rabin ser piyan û bikevin nava pêvajoya çalakiyê. Heta ku hêzên komploger ji bîryara xwe vegerin bi xezeba ciwanan ve ber xwe bidin û erd û ezman bihejînin. Pêwîst e li hember dûbarekirina vê dîroka reş her der bibe qada berxwedanê û ciwan bikevin nava berxedanekî herî radîkal. Pêwîst e her kolan, her tax her bajar bibe çeperên berxwedanê û ev agir ji Ewropayê belavî hemû cîhanê bibe. Ji bo Şoreşa Azadiya Kurdistanê yek rê tenê heye; ew rê jî Berxwedan e. Li hember tecrîda li ser Rêber APO, li hember komploya ku li ser têkoşîna me tê ferzkirin û li hember faşîzma li ser Kurdistanê tê meşandim roj roja destûrnedayînê ye. Dema NEHÊLE ye. Dem dema bûyîna xelekên ji agir a BERXWEDANê ye.
DESTÛR NEDE kesên ku dixwazin şeref û rûmeta bidizin. NEHÊLE
DESTÛR NEDE zihniyeta faşîst, hovîtiya Erdogan. NEHÊLE!
Bi ruhê Arîn Mîrkan û çiyageran xwe bi rêxistin bike û DESTÛR NEDE dagirkeriyê. NEHÊLE!
Bi şiyara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” xwe bi rêxistin bike û DESTÛR NEDE tecrîd û faşîzma li Imraliyê. NEHÊLE!”