SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker li konvoyekê da ya ku ji Cizîrê diçû Serêkaniyê. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Ji hewa ve li konvoyê hate dayin. Rojnamegerên Fransiz û Brezîlyayî jî di konvoyê de ne.
Ji rojnamevanan kesên birînên wan giran hene.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Mehet Ekîncî li Serêkaniyê birîndar bû.
Li gorî agahiyê destpêkê 15 sivîl şehîd û 74 sivîl din jî birîndar bûne.
Bomberdûmana dewleta Tirk dewam dike. Ji ber vê mudaxeleyî birîndaran nayê kirin.