NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li ser sivîlên ku îro berê xwe didan bajarê Serêkaniyê pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê, 11 sivîl şehîd bûn di nav rojnamevan û 74 sivîlên din jî birîndar bûn.
Birîndaran rakirin nexweşxaneyên Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Amûdê. Heyva Sor a Kurd bang li hemû gelê herêmê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyên bajar da ku xwînê bidin.