NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li ser kerwanê piştgiriyê yê ku diçê Serêkaniyê pêk anîbû ku di encamê de 11 şehîd û 74 sivîl birîndar bûn, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Tirkiyê û komên girêdayî wê li pêşberî cîhanê û beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê yên cîhanê komkujiyên xwe yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirkirineke etnîkî bi hemû wateyên xwe didomîne.
Artêşa Tirk di çarçoveya siyasetên xwe ya plankirî yên bi armanca qirkirina niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro (13‘ê Cotmeha 2019) bi awayekî yekser kerwanê sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi armanca redkirina êrîşên Tirkiyê berê xwe didan Serêkaniyê kir hedef, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.
Li gel kerwanê ku ber bi Serêkaniyê ve diçû, rojnamevan ên ji dezgehên çapemeniyê hebûn, pê re jî ji bo parastinê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn ku bi awayekî yekser û hovane hatin hedefkirin. Ev yek rastiya Tirkiyê û niyeta wê rastîn eşkere dike.
Ev komkujiya hovane ya li ser şêniyên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî mezin e ku Tirkiyê li pêşberî cîhanê pêk tîne. Bi vê yekê hemû nirx û pîvanên navdewletî û mirovî bin pê dike. Em dibînin ku civaka navdewletî ji kuştina sivîlan bi destê Tirk berpirsyar dibînin û bang li hemû hêzên cîhanê dikin ku komkujiyên derheqê me de rawestînin.”