HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê binpêkirinên xwe ên mafên mirovahî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.
Artêşa Tirk a dagirker li nêzî gundê Esediye yê li ser rêya di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de erebeya bijîşkan dema diçû bejarê Serêkaniyê ji bo ku birîndaran derman bike kir hedef.
Di encamê de şehîd û birîndar di nav bijîşkan de çêbûn.