BAZYAN – Xelkê bajarokê Bazayan a ser bi parêzgeha Silêmanî li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û rojhilatê Suriye çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Di çalakiyê de pêşmergeyên dêrîn jî bi çekên xwe ve beşdarî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe bi berxwedana şervanên QSD’ê re nîşandan.
Di saetên êvarê de li bajaroka Bazyan a ser bi parêzgeha Silêmanî welatî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriye çalakiyek girseyî lidarxistin.
Di çalakiyê de pêşmergeyên dêrên bi çekên xwe ve tevî xelkê bajarok beşdarî çalakiyê bûn. Karkerên Şaredariya Bazyanê jî bi cilên xwe yên kar piştgirîdan çalakiyê. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ’ê rakirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava, terorîst Erdogan” gotin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Rêxistinên Bazyan Elî Letîf ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, Niha berpirsyartiyek exlaqî û netewî dikeve ser milê tevayî berpirs û xelkê her çar parçên Kurdistanê, divê em hemû bi hevre bi yekdengî helwestek tûnd a netewî lidijî dagirkeriyê nîşan bidin.
Di çalakiyê de peyamên Tevgera Azadî û Kongra Star hatin dayîn û tê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye di heman demê de êrîşeke li ser her çar parçên Kurdistanê. Jİ bona wê divê her kes li dijî van êrîşan bisekine.