SERÊKANİYÊ – Cenga Rojava ku di roja xwe ya 6`an de ye dewam dike. Şervanên QSD`ê li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixe.
Artêşa dagirker û çeteyên wê, şevê din di aliyê bakur û rojhilatê ve hewl da Serêkaniyê dagir bike. Şervanên QSD`ê hewldana dagirkeran şikand û şerên giran heta vê kêliyê dewam dike.
Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de, 27 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, di heman demê de 2 panzêr, 1 bildozer û 2 tireks ên artêşa dagirker hatin teqandin.
Ji aliyekî din ve jî, balafirên artêşa dagirker û topavêjin wê bênavber Serêkaniyê topbaran û bombebaran dikin.
Şerên giran dewam dikin.