NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojava domdariya komploya 9’ê Cotmehê ye û diyar kir, êrîşeke bê wijdan û bê exlaq e ku li dijî Kurdan, jinan û gelan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Raya giştî ya dinyayê bi Kurdan, jinan û gelan re ne ku bi lehengî li ber xwe didin. Tirkiye li qada navneteweyî tecrîd bûye û ji niha ve bi navê dewleta terorîst tê pênaskirin.”
KJK’ê destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina DAÎŞ’ê ye, ji bo avakirina xîlafetê ye û diyar kir, “Hikumeta faşîst a Erdogan dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike û hem li dijî dewletên Ewropayê hem jî li dijî Îran, Îsraîl û dewletên herêmê bi kar bîne. Ev yek rewşeke eşkere ye. DAÎŞ a esasî hikumeta Erdogan bi xwe ye.”
Di daxuyaniyê de helwesta DYE’yê jî weke helwesteke bêexlaq û bêwijdan hate pênasekirin û wê weke rûreşiyekê di dîroka mirovahiyê de bê bîranîn.
KJK’ê ragihand, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên herêmê bi hêza xwe û bi piştevaniya xurt a raya giştî ya dinyayê li ber xwe didin û destnîşan kir, “Bi felsefeya berxwedan jiyane sekneke bi rûmet nîşan didin. Êrîşên xwînxwarî yên dewleta Tirk wê ji aliyê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bên têkbirin. Gel û jinên li pey azadiyê ne wê bi ser bikevin.
Berxwedana gelê Kurd berxwedana hêvî û hesreta mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê beriya her tiştî em berxwedana hêzên QSD, YPG û YPJ’ê, berxwedana jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş silav dikin. Serketin wê teqez ya hêzên bi rûmet ên berxwedêr be.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên dewleta Tirk di vî şerê qirêj de di 12’ê Cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi rengekî hov qetil kirin û hate gotin, “Li pêş çavên tevahiya dinyayê jineke siyasetmedar û pêşeng a bêçek bi binpêkirina pîvanên şer înfaz kirin.
Di şexsê Hevrîn Xelef de êrîş li dijî jinên ku dixwazin bi rengekî azad bijîn, êrîş li dijî jinên xwedî îrade hate kirin. Êrîş li dijî şoreşa jinê, li dijî kesayetiya azad û wekhev a jinan hate kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê jinê careke din sekna xwe ya dijminatiya li mirovahiyê û demokrasiyê û dijminatiya li jinê nîşan dan.”
KJK’ê destnîşan kir ku ji bo bîranîna Hevrîn Xelef wê berxwedana xwe û karê xwe bi biryardariyeke mezin bidomînin.
Her wiha bang li jinan hate kirin ku li dijî êrîşên ku dijminê jinan e bibin yek, çalakiyên xwe, rêxistinbûna xwe xurt bikin.
KJK’ê bang li gelên herêmê jî kir ku bibin yek û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî bang kir, ku bi vî rengî dikare bîranîna Hevrîn Xelef bê bersivandin.