DÊRİK – Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê Ciwanên Kurdistanê ji hemû cihan tevlî seferberiyê dibin. Heta niha bi sedan ciwan tevlî seferberiyê bûnê û çûne çeperên şer. Ji Başûrê Kurdistanê jî komek ciwan gihişt Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdarî seferberiyê bibin û cihê xwe di nava Berxwedana Cenga Rojava de bigrin. Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatin tevlî berxwedanan Cenga Rojava bûn îro çûn sersaxiya konê Şehîdên Cenga Rojava û li wê derê Soza Tohilana Şehîdên Cenga Rojava dan.
Ciwanên Başûr ku beşdarî Berxwedana Cenga Rojava bûne ev daxuyanî dan:
“Em wek Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Şervan û gelê Rojava hatin çeperên şer. Ji bo em li dijî dewleta tirk a dagirker şer bikin û axa xwe biparêzin em hatin tevlî seferberiyê bûn. Bangawaziya me ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê û tevahî cihanê ew ku berê xwe bidin Rojava bidin çeperên Berxwedanê. Bila her ciwan beşdar bibe û li kêleka şervanan li dijî dagirkeriya tirk şer bikin.”
Ciwanan herî dawî nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û wiha gotin; “ Em wek ciwanên Kurdistanê divê li hember parçekirina Kurdistanê û bindestiya dewletan em hemû li dijî wê bê deng nemînin û temaşenekin ya ku îro ji me tê xwestin ku em berê xwe bidin Berxwedana Cenga Rojava. Ji bo ku em her çar parçeyên Kurdistan bikin yek û Kurdistaneke azad bi Rêbertî re bijîn pêwîste hemû Ciwanên Kurdistanê ber xwe bidin Çiyayê Kurdistanê û Cenga Rojava û bi yek hêzî em dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.