NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan duh û pêr li herêmên Efrîn, Mare û Ezazê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistine û di van çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û herî kêm 17 çete jî birîndar bûne. Her wiha HRE’yê diyar kir ku li taxa Mehmûdiye ya navenda Erfînê çalakiyek li dar xistine lê der barê encamên çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketine.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me yê di navbera 12 û 13’ê Cotmeha 2019’an de ku li herêmên Efrîn, Mare û Ezaz li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatine lidarxistin de:
1. Roja 12’ê Cotmehê li bajarê Mare li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyekî bi banddor li dar xistin. Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
2. Roja 12’ê Cotmehê li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyekî bi şêwazê kemîn li dar xistin. Di encamê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
3. Di heman rojê de li navenda bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekîneyên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn, lê belê di derbarê kuştiyên dijmin de agahî bi dest neketin.
4. Di roja 13’ê Cotmehê de yekîneyên me li derdora gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşir ji 2 baskan ve çalakiyekî bi şêwazê serdagirtinê li dijî çeper û stargehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encama pêvçûnên dijwar û çalakiyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker çeper û stargehên xwe vala kirin û revîyan, û yekîneyên me termalekî desteser kirin lê belê kuştî birîndarên dijmin ne hat zelalkirin.
5. Di roja 13’ê Cotmehê de li bajarê Mare li dijî çeperekî çeteyên koma bi navê El Cebha el-Şamiyê yekîneyên me çalakiyekî li dar xistin. Di encamê de çeteyek koma navborî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
6. Di heman rojê de, li navenda bajarê Efrînê taxa Mehmûdiyê hêzên me çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encamê de birîndarên komên çeteyên dagirker çêbûn lê kuştiyên dagirkeran nehat zelalkirin.”