SERÊKANİYÊ – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)li eniyên rojava û rojhilatê Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan.
Li gorî agahiyên ketine destê me li eniya rojava 30 endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kutin, 2 erebeyên doçka li ser hatin teqandin û tankeke hate îmhakirin.
Şervanan li navenda bajêr du çete xwe veşartibûn kuştin.
Li eniya rojava jî di encama şerên giran de 2 panzêr hatin rûxandin, 2 erebeyên doçka li ser hatin şewitandin û 27 çete hatin kuştin.
Şer li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.