DÊRIKÊ – Berxwedana Cenga Rojava di roja xwe a 7’emîn de didome. Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrîşî gelên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Di wan êrîşan de gelek sivîl hatin şehîd xistin an jî mal û milkê wan wêran bûn. Li gundewarên Dêrikê jî gelek topên ku çeteyên dewleta tirk a dagirker avêtin li malê gundiyan ket. Ajansa me zerar ku gihiştiye gundewarên Dêrikê bi dimen belge kir.
Li gundê Endiwarê girêdayî Dêrikê welatiyê bi navê Saleh Abdê Ferhan ku topek dewleta tirk a dagirker li mala wî ketiye û hatiye ruxandinan ev tişt anî ser ziman: “Dewleta tirk û Erdogan topan davêje ser me. Lê em axa xwe bernadin, ruxmê ku top dibarin em li malên xwe radizên. Em wan êrîşan şermezar dikin. Bila hemû gel li dijî vî dîkatorî rabin û bila ev şer bisekine.”