.
NAVENDA NÛÇEYAN– Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan li ser Rojava, ji çar aliyên cîhanê hatina peyamên piştgiriyê didome. Herî dawî jî Fermandarê ELNê Pablo Beltran peyamekê dimenî û bi jêrenivîsek bi Kurdî şand. Beltran, di vîdeoyeke ku bi navê “Bi Gelê Kurd re Peyama Piştgiriyê” hatiye weşandin de got ku; “ Em bi hêvî ne ku li hemberî êrîşên dagirkirinê ya dewleta Tirk li ser Rojava çalakî û xwepêşandan zêdetir bibe. Em wek gelê Kolombiya û Artêşa Rizgariya Netewî bi gelê Kurdistanê re ne û em hêvî dikin ku mafên netewî yên Gelê Kurd di demek nêz de were naskirin”.