MINBIC – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Eseliye yê rojvayê bajarê Minbicê topbaran dike. Topbaran li ser malên sivîlan têke kirin ji ber wê şênî neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li derdor bi cih bikin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din êrîş gundên bejahiya Minbicê yên li xeta El-Sacûr kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û di encama wê de şer li herêmê derket.
Li gorî agahiyan ku hatin bidestxistin ku di şerê şevê din de nêzî 45 çeteyên artêşa Tirka dagirker hatin kuştin.
Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um Edese El-Farat ê bejahiya Minbicê, 2 sivîl şehîd bûn û 13 birîndar bûn, rewşa 3 ji wan girane.