EYN ÎSA – Di encamê de, du sivîlek şehîd bûn, yek jî birîndar bû. Sivîlê birîndar niha li Eyn Îsayê tê dermankirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha bi çend rojan çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê, komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anîn û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn, ji nava wan jî Serkertêra Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane ji aliyê çeteyan ve hate şehîdxistin.