BRUKSEL – Bi pêşengiya Platforma Parastina Rojava (Defend Rojava) wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyek bê kirin.
Platformê der barê çalakiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Bi navê Platforma Parastina Rojava ji bo rawestandina şer û komkujiyên ku li dijî Kurd, Asûrî-Suryanî, Ereb, Ermenî, Elewî, Êzidî, Mİsilman û hemû gelên li Rojava tên kirin, di 16’ê Cotmehê de em ê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyekê bikin.
Em ê kulîlkan deynin devera ku çeteyên DAÎŞ’ê komkujî lê kirin û piştre ber bi Parlamentê ve bimeşin. Ji bo rawestandina şer em ê hevdîtinan bikin û bang bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyan, nûnerên sazî û partiyên Tirkiyeyî, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, malbatên mexdûr û xaziyên Rojavayî hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
DEMA ÇALAKIYÊ
16.10. 2019
12:00
Place Schuman, Rue de la loi, 1040 Bruxelles